Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî sînorê navçeya Nodşeyê yê parêzgeha Kirmaşanê, hêzên ewlehiyê yên Îranê gule li kolberan reşandin û kolberek hat kuştin.
Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, îro hêzên ewlehiyê yên Îranê li navçeya Nodşeyê ya li herêma Hewramanê ya Kirmaşanê gule li komeke kolberan reşandine.
Di êrişê de kolberekî bi navê Suheyl Fîrdewsî (18 salî) hatiye kuştin.
Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê yên Îranê bi hinceta "veguhastina kel û pelên qaçax" gule li kolberan reşandine.
Guleyek li zikê Suheyl Fîrdewsî ketiye û di cih de miriye.
Cenazeyê Suheyl Fîrdewsî birin Saziya Tiba Dadî ya Paweyê û hîn radestî malbata wî nehatiye kirin.
Li Urmiyeyê jî kolberek hat kuştin
Her îro li bilindahiyên xeta sînor a Bilcukê gule li kolberekî gundê Kutolê yê Urmiyeyê hatin reşandin.
Hêzên ewlehiyê yên Îranê bi hinceta “veguhastina kel û pelên qaçax" gule li Resûl Qelenderî reşandin û wî ciwanî canê xwe ji dest da.
Resûl Qelenderî zewicî bû û bavê 2 zarokan bû.
Zarokekî wî 3 salî û yê din jî 5 mehî ye.
Di 3 hefteyan de 5 kolber hatin kuştin
15ê Tîrmehê jî kolberekî ji Serdeştê yê bi navê Zanyar hatibû kuştin.
Hêzên Îranê li sînorê gundê Derekê yê bajarê Sewlawayê yê herêma Hewramanê ya parêzgeha Sineyê gule li wî reşandibûn û ew jî di cih de miribû.
Her wiha 3yê Tîrmehê kolberê xelkê Rewanserê Wezîr Rehîmiyê 57 salî hatibû kuştin.
6ê Tîrmehê jî kolberê xelkê Merîwanê Selah Xweşnemekê 18 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû kuştin.
Amarên kuştina kolberan
Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, di kêmtirî 3 hefteyan de 5 kolber li deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine kuştin.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, par 26 kolber li deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên hêzên ewlehiyê hatine kuştin, her wiha 31 kolber jî birîndar bûne.



