Hewlêr (Rûdaw) - Êrişî Taslûceya Silêmaniyê hat kirin.
Li gorî dîmenên vîdeoyî yên ku ji bo Rûdawê hatine şandin, li derdora wî cihê ku lê hatiye xistin agirekî mezin derketiye.
Heval Ebûbekir êriş şermezar kir
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û got:
“Li ser navê Parêzgeha Silêmaniyê, em êrişên li ser bajarê Silêmaniyê û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.
Em ducare dikin ku Herêma Kurdistanê û birêvebiriya xwecihî ya Silêmaniyê, bi awayekî bêalî û bi berpirsyarî ne beşeke ji vî şerî ne.”
Banga ji bo welatiyan
Parêzgarê Silêmaniyê bangî welatiyan kir ku nêzîkî cihên bombebaranê nebin.
Wî her wiha xwest ku welatî li ber hêzên ewlehiyê, hêzên navxwe û aliyên din ên pêwendîdar nebin asteng da ku ew karibin karên xwe bi awayekî baş bi cih bînin.
Êrişa îro
Vê sibehê bi gelek dron û mûşekan êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hat kirin.
Dezgeha Ewlehiyê ya Herêmê ragihand ku bi 7 mûşekan êrişî Silêmaniyê hatiye kirin.
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê eşkere kir ku di êrişên li Silêmaniyê de 9 Pêşmergeyên wan şehîd ketine û 3 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Amarên êrişan
Li gorî şopandina Rûdawê, ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de (28ê Sibatê) heta îro, 904 dron û mûşek berdane Herêma Kurdistanê.
Di encama van êrişan de 30 kes şehîd ketine û 138 kes jî birîndar bûne.
Amarên êrişan ên li gorî parêzgehan bi vî awayî ne:
Hewlêr: 617 êriş
Silêmanî: 254 êriş
Dihok: 31 êriş
Helebce: 2 êriş



