Hewlêr (Rûdaw) - Du berpirsên pilebilind ên Komeleya
Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ji Rûdawê re ragihand ku ji ber êrişên destê
sibehê yên li baregeheke wan a li parêzgeha Silêmaniyê 9 şehîdên wan hene.
Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Komîsyona Leşkerî ya Komeleya
Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdullah Azerbar ji Tora Medyayî
ya Rûdawê re got:
"Ji aliyê Îranê ve bi 6 mûşekan em hatin
bombebarankirin.
Li gorî amarên destpêkê, 9 şehîdên me hene.
Êriş bi 6 mûşekên bihêz û mezin bûn û hemû li herêmên me yên
li Zirgiwêzeleyê ketin û hejmarek birîndarên me jî hene."
Her wiha endamekî Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşger a
Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Navenda me ya sereke bi 6 mûşekan li Zirgiwêzeleya Silêmaniyê
hat bombebarankirin û agir pê ket."
Wî berpirsê Komeleya Şoreşger eşkere kir:
"Li gorî amarên destpêkê herî kêm 9 şehîdên me hene û
îhtimal heye ku amar bilind bibe.
Hejmarek birîndar jî hene lê ji ber ku agir didome amar bi
hûrgilî ne diyar in."
Li gorî wî berpirsê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên
Kurdistana Îranê ku ji Rûdawê re axiviye, 3 mûşek li wê baregehê ketine ku
şehîd lê hene û 3 mûşekên din jî li heman herêmê ketine.
Hewlêr jî hat bombebarankirin
Destê sibehê bi 8 dronan Hewlêr jî hat bombebarankirin.
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku ti zererên canî nebûne û
êriş hatine şikandin.



