Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Dana Gasê ragihand ku wan ji ber sedemên ewlehiyê, hilberîna gaza li qada Kormorê ya li parêzgeha Silêmaniyê bi awayekî demkî rawestandiye.
Şiketa Dana Gasê li ser ragirtina hilberîna gazê daxuyaniyek belav kir.
Dana Gasê di daxuyaniyê de ragihand, "Ji ber hebûna gefên pêbawer ên li ser ewlehiyê û zêdebûna aloziyên li herêmê, hemû saziyên sereke yên hilberînê yên li Kormorê bi awayekî demkî hatin girtin."
Dê demjimêrên elektrîkê kêm bibin
Şirketa Dana Gasê dabînkera sereke yê gaza stasyonên hilberîna elektrîkê ya li Herêma Kurdistanê ye.
Ragirtina xebatên wê dê bibe sedema kêmkirina demjimêrên dabînkirina elektrîka niştimanî.
Dana Gasê di daxuyaniyê de her wiha got, "Çavdêriya rewşê didome
Ev çavdêrî bi hevkariya sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Silêmaniyê û her wiha bi hevkariya Hikûmeta Îraqê re tê kirin."
Piştî êrişa li ser Hewlêrê
Ev daxuyanî piştî wê yekê tê ku doh bi şev bi 8 dronan êrişî bajarê Hewlêrê hatibû kirin.
Dijetîrora Kurdistanê ragihand ku dron ji aliyê pergala parastinê ya Hevpeymanan ve hatine rûxandin û ti zererên canî tune bûn.
Qada gazê ya Kormorê, li Herêma Kurdistanê û Îraqê qada herî mezin a gaza xwezayî ye
Tê texmînkirin ku yedeka wê ya îspatkirî ya heta niha 16 trîlyon metresêca ye.



