Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên parastina sînor ên Îranê îro serê sibehê li herêma Hewramanê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî ciwan ê Kurd kuşt.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku navê wî kolberî Zanyar e û ji bajarê Serdeştê ye.
Zanyar dema ku kel û pel vediguhastin, li nêzîkî gundê Derekiyê yê navçeya sewlawayê ya parêzgeha Sineyê rastî êrişa hêzên Îranê hat û canê xwe ji dest da.
Hêzên Îranê kolberan dikin armanc
Hêzên parastina sînor ên Îranê û Supaya Pasdaran bi berdewamî kolberan gulebaran dikin û dikujin.
Kolber li ser sînorê çiyayî û leşkerîkirî yê di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de kel û pelên wekî qumaş, çay, qehwe û parçeyên otomobîlan vediguhêzin.
Ew vî karî li hemberî meaşekî kêm dikin da ku debara xwe bikin.
Îsal 5 kolber hatine kuştin
Li gorî amarên Hengawê, ji destpêka 2026an ve heta niha 9 kolber bûne armanca êrişan.
Di encama van êrişên rasterast de 5 kolber hatin kuştin û 4 kolber jî birîndar bûn.
Tîrmeha îsal hêzên Îranê li nêzîkî sînorê Şûşmê yê parêzgeha Kirmaşanê kolberê 57 salî Wezîr Rehîmî kuşt.
Her wiha kolberê 18 salî Sîrwan Xoşnemek jî dema li ser sînorê Vêseyê yê navçeya Merîwanê ya parêzgeha Sineyê kel û pel vediguhastin hat kuştin.
Bandora şer û xizaniyê
2025an 59 kolber bûn armanca êrişan. Di van êrişan de li parêzgehên Kirmaşan, Sine û Urmiyeyê 25 kolber hatin kuştin û 34 kolber jî birîndar bûn.
2024an jî herî kêm 339 kolber hatibûn kuştin.
Amarên sala 2026an nîşan didin ku ji ber girtina sînoran a di dema şerê 40 rojî û aloziyên piştî wê de çalakiya kolberan kêm bûye.
Bêkarî, krîza aborî û şerê Amerîka û Îranê yê ku dawiya Sibata 2026an dest pê kir, gelek Kurdan neçar dikin ku li ser sînorê Herêma Kurdistanê vî karî bikin.
Tevî metirsiyên li ser jiyana wan û êrişên berdewam ên hêzên Îranê, kolber ji bo debarê vî karê zehmet didomînin.



