Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê, piştî baraneke gur lehî rabû û zerer gihîşt erd û zeviyên çandiniyê.
Danê êvarê li navenda bajarê Erdexanê baraneke gur bariya.
Piştî baranê li hinek deveran lehî rabû û cade û kolan di nav avê de man.
Lehiyê zerer gihand hinek zeviyên çandiniyê yên li derdora bajêr û berhemên cotkaran di bin avê de man.
Li ser rêya sereke ya di navbera Erdexan û Qersê de jî ji ber baran û ava zêde şofêr di çûn û hatinê de rûbirûyî zehmetiyan bûn.
Ji bo demekê trafîka li ser wê rêyê rawestiya.



