Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Bajêr a Îlama Rojhilatê Kurdistanê, bi yekdengî biryara dûrxistina Serokê Şaredariya Îlamê Efşîn Muzeferî da.
Encumena Bajêr a Îlamê ji bo standina baweriyê ya ji Efşîn Muzeferî civiya.
Efşîn Muzeferî bi tohmetên gendelî, standina bertîlê û bikaranîna xirab a desthilatê hatibû girtin.
Li gorî daxuyaniya Pêwendiyên Giştî ya Encumena Bajêr a Îlamê, di civînê de bi dengê her 7 endamên encumenê, Efşîn Muzeferî ji Serokatiya Şaredariyê hat dûrxistin.
Her wiha di civînê de Elî Mihemed Nûriyê ku Alîkarê Şaredarê Îlamê yê kar û barên avakirin û bajarsaziyê bû, wekî Serperiştyarê Şaredariyê hat erkdarkirin.
Efşîn Muzeferî 29ê Hezîranê li gel du endamên encumena bajêr bi tohmeta gendeliyê hatibûn desteserkirin û pişt re her du endamên encumenê bi kefaletê hatibûn berdan.
Serdozgeriya Îlamê 1ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku Serokê Şaredariya Îlamê bi biryara dadgehê û li ser hinek tohmetên darayî hatiye girtin û lêpirsîna li ser dosyeya wî didome.
Li gorî amarên dawî yên Navenda Amaran a Îranê, nifûsa Îlamê zêdetirî 220 hezar kesî ye.
Encumena Bajêr a Îlamê ji 7 endamên sereke û 5 endamên yedek pêk tê.



