Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê Patrîkê Dêra Kildanan ê li Îraq û cîhanê Mar Polsê Sêyem Nona qebûl kir.
Di hevdîtinê de tekezî li ser parastina mafên pêkhateyan û kûrkirina çanda bihevrejiyanê hat kirin.
Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa giştî ya pêkhateyên li Îraq û Herêma Kurdistanê û bi taybetî rewşa Xirîstiyanan hat gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ducare kir ku "Xirîstiyan beşeke resen û veneqetiyayî ya pêkhateyên gelê Kurdistanê ne" û ew dê wekî her tim parêzerê mafên wan be.
Nêçîrvan Barzanî her wiha garantî da ku Kurdistan dê her tim bêyî cudahî wekî hêlîn û niştimanê hemû pêkhateyan bimîne.
Di beşeke din a hevdîtinê de, pirsa parastina çanda bihevrejiyanê û lêborînê ya di navbera pêkhateyên cuda de hat nîqaşkirin.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya kûrkirina çanda hevqebûlkirinê kir.
Her wiha xebata ji bo dabînkirina jiyaneke hêja ya ji bo Xirîstiyanan a li deverên wan û parastina rûyê piralî yê li Herêma Kurdistanê, wekî yek ji stûnên sereke yên aramiya civakî û niştimanî hat bilêvkirin.
Hat diyarkirin, ev yek jî ji ber wê ye ku ev bihevrejiyan wekî yek ji rûyên herî bedew ên Herêma Kurdistanê ya li ser asta herêmê û cîhanê tê dîtin.
Mar Polsê Sêyem Nona pesnê rola dîrokî û berdewam a Herêma Kurdistanê da ku wekî stargeheke aram e ji bo hemû pêkhateyên olî û neteweyî.
Patrîkê Kildanan ji ber piştgiriya berdewam a ku ji mafên pêkhateyan re dike, spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.



