Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Korxolê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê kamyonetek ji kendal ket newalê, 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan kamyoneta ku F.D. diajot li ser rêya Korxol û Depê qeza kir.
Kamyonet li nêzikî gundê Xuwekê ji kontrolê derket û qulibî newalê.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê tîmên rizgarkirinê û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Li goriya agahiya şofêr F.D. û 2 kesên din ên di nav kamyonetê de li cihê qezayê mirin.
Tîmên tenduristiyê kesên ku di qezayê de birîndar bûn jî bi ambûlansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.



.jpg&w=3840&q=75)