Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Sonuçê ku li ser torên civakî bi navê "Jahrein" tê naskirin ji ber heqareta li Şêx Seîd, di doza ku lê dihat darizandin de bi 5 hezar û 450 lîreyan hat cezakirin.
Di doza ku li ser parvekirinên Ahmet Sonuç ên bi naveroka heqaretê yên li ser Şêx Seîd hatibû vekirin de biryar hat dayîn.
Cezayê pereyan
Dadgeha 10an a Ceza ya Erzîromê di runiştina dozê de biryar da ku Ahmet Sonuç sûcê "heqareta li bîranîna kesekî" kiriye.
Dadgehê pêşî 109 roj cezayê pereyan da Sonuç û paşê ev ceza veguherand 5 hezar û 450 lîreyên Tirkî.
Hêjayî gotinê ye ku ev doz ji aliyê çar neviyên Şêx Seîd ve hatibû vekirin.
"Peyameke girîng e"
Parêzerê neviyên Şêx Seîd Ensar Firat piştî biryarê daxuyaniyek da.
Firat diyar kir ku ev biryara dadgehê ne tenê ji bo muwekîlên wî, ji bo dewleta hiqûqê ya li dijî zimanê nefretê jî wekî peyameke girîng e û wiha axivî:
"Îro di rûniştina Dadgeha 10an a Ceza ya Erzîromê de, li ser tohmetbarê ku li ser torên civakî bi navê 'Jahrein' tê naskirin, ji ber îfadeyên wî yên heqaretê yên li ser kalê muwekîlên me Şêx Seîd Efendî biryara mehkûmiyetê hat dayîn."
Azadiya ramanê û heqaret
Firat destnîşan kir ku biryar nîşan dide ku zimanê nefretê û heqaret di bin navê azadiya ramanê de di pergala hiqûqî de nayên parastin û li pey çû:
"Êrişên bêast ên li ser nirx û şexsiyetên dîrokî yên ku bi armanca kûrkirina cemsergeriya civakî û geşkirina kîn û dijminatiyê tên kirin, dê her tim bersiva xwe ya hiqûqî wergirin."
Firat bal kişand ser wê yekê ku heqaretên li ser Şêx Seîd dê ti carî nebin tiştekî asayî û bêceza nemînin.
Parêzerê neviyên Şêx Seîd anî zimên ku “aştiya civakî ya rast” bi rûbirûbûna êşên berê, bihêzkirina hesta dadê û rawestîna li hemberî zimanê nefretê pêkan e.
Firat di dawiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ew dê li dijî her cure êrişên neyasayî yên li ser bîranîna Şêx Seîd derkevin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bi biryardarî bidomînin.



