Hewlêr (Rûdaw) - Îro 33 sal di ser Komkujiya Sêwazê re derbas dibin.
Li bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê çalakiyên bibîranînê tên lidarxistin.
Roja 2ê Tîrmeha 1993yan li Otela Madimakê ya li bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê 37 kes hatin şewitandin.
Piraniya qurbaniyan nivîskar, hunermend û rewşenbîrên Elewî bûn.
Di nav miriyan de 2 xebatkarên otelê û 2 êrişkar jî hebûn.
Ev bûyera bi êş li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî wekî Komkujiya Sêwazê tê zanîn.
Wê demê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Ebdal festîvalek organîze kiribû.
Gelek kesayet, helbestvan, rewşenbîr û nivîskar ji bo beşdarî Festîvala Pîr Sultan Ebdal bibin çûbûn Sêwazê.
Şêniyên bajarê Sêwazê bi piranî ji Elewî û Suniyan pêk tên.
Nivîskar Azîz Nesîn jî roja 1ê Tîrmehê di merasîma destpêkirina festîvalê de amade bû.
Du roj beriya ku ew bûyer çêbibe, li bajarê Sêwazê belavokek hatibû belavkirin.
Di wê belavokê de qala wê yekê dihat kirin ku rojnameya Aydinlikê ya ku Azîz Nesîn sernivîskarê wê bû, cih daye pirtûka Selman Ruşdî ya bi navê "Ayetên Şeytan" û bi vê hincetê Azîz Nesîn wekî hedef hatibû nîşandan.
Agir berdan otelê
Roja 2yê Tîrmehê piştî nimêja Înê, girseyeke qerebalix li ber Otela Madimakê kom bû û dirûşm gotin, pişt re êrişkaran agir berda otelê.
Tevî ku hêzên ewlehiyê û leşker li herêmê bûn jî wan midaxeleyeke bibandor nekir û rê li ber şewatê negirt.
Di şewatê de 33 mêvanên otelê û 2 xebatkarên otelê ji ber dûxan û agir xeniqîn û şewitîn.
Azîz Nesîn bi alîkariya tîmên agirvemirandinê bi birîndarî ji mirinê rizgar bû.
Îslamiyên radîkal bi komkujiyê tên tohmetbarkirin lê belê li ser bûyerê ti lêkolînên kûr nehatin kirin û ew bûyer li pişt perdeya tarî veşartî ma.
Darizandina tohmetbaran bi salan berdewam kir û dosyeya Komkujiya Sêwazê piştî derbasbûna 20 salan, bi sedema ku dem di ser re derbas bûye hat girtin.
Heta niha jî ti encamên zelal ên lêkolînekê li ser bûyerê nehatine belavkirin.
Her wiha hinek tohmetbarên ku cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn, bi biryara Serokkomariya Tirkiyeyê ji ber "nexweşî û kalbûnê" hatin efûkirin.
Daxwaza Muzexaneya Şermê
Malbatên qurbaniyan û saziyên Elewiyan her sal 2yê Tîrmehê li ber avahiya Madimakê kom dibin û qurbaniyan bi bîr tînin.
Ew bi salan e dixwazin ku avahiya Otela Madimakê bibe "Muzexaneya Şermê" ku ev komkujî ti carî neyê jibîrkirin lê hikûmetê ev avahî kir navendeke zanist û çandê.



