Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Sendîkaya Karkeran a Herêma Kurdistanê, di 6 mehên yekem ên îsal de 31 karker li ser kar li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê mirine.
Piraniya van mirinan di 2 mehên borî de çêbûn.
Serokê Yekîtiya Sendîkayên Karkeran a Herêma Kurdistanê Hengaw Ebdullah ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Tevî ku me hemû hewldanên xwe dane ku em piraniya mercên selametiya karkeran dabîn bikin jî salane bi dehan karker li ser kar dimirin."
Hengaw Ebdullah li ser zêdebûna amaran diyar kir:
"Di 2 mehên borî de herî zêde mirina karkeran hatiye tomarkirin û bûyer zêde dibin."
Li gorî amarên ku Sendîkaya Karkeran a Herêma Kurdistanê dane Rûdawê, di 4 mehên yekem ên sala 2026an de 17 karker mirine.
Piraniya bûyeran li parêzgeha Silêmaniyê bûne ku 10 karker mirine.
Her wiha li Hewlêrê 3, li Dihokê 3 û li Helebceyê jî karkerek miriye.
Amarên Gulan û Hezîranê
Amar destnîşan dikin ku di mehên Gulan û Hezîranê de rêjeya mirinê bi awayekî berbiçav bilind bûye û 14 karkerên din mirine.
Bi vî awayî koma giştî ya karkerên ku di 6 mehên yekem ên îsal de mirine gihîşt 31 karkeran.
Dabeşbûna mirina karkeran a di mehên Gulan û Hezîranê de bi vî awayî ye:
· Li Hewlêrê karkerek
· Li Silêmaniyê 2 karker
· Li Dihokê 6 karker
· Li Îdareya Serbixwe ya Soranê 3 karker
· Li Îdareya Serbixwe ya Raperînê karkerek
· Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê karkerek
Birîndar jî hene
Hengaw Ebdullah da zanîn ku di 2 mehên borî de 20 karkerên navxwe û 2 karkerên biyanî jî birîndar bûne.
Piraniya wan karkerên birîndar li parêzgeha Silêmaniyê bûne.
Li ser aliyê yasayî û mafên karkeran, heta niha li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên karkeran kar bi Yasaya Karî ya hejmar 71ê ya sala 1987an û Yasaya Malnişîniya Civakî ya hejmar 39an a sala 1971ê ya Îraqê tê kirin.
.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)
