Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir a Herêma Kurdistanê, amarên desteserkirinê û madeyên hatine bidestxistin ên ji sala 2023yan heta nîva yekem a îsal ji Rûdawê re şandin.
Amar nîşan didin ku rêjeya herî zêde ya bikarhênerên madeyên hişbir di navbera temenê 18 û 30 saliyê de ye.
Li gorî amarên ku gihîştine ber destê Rûdawê, li parêzgehên Hewlêr û Dihokê têkoşîna li dijî madeyên hişbir zêdetir bûye.
Tenê di 3 salên dawî de, rêjeyeke gelekî zêde ya madeyên hişbir û hebên cur bi cur hatine bidestxistin.
Amarên desteserkirinê (2023 - 2026)
1. Sala 2023yan: 2 hezar û 482 kes hatin desteserkirin (Hezar û 412 bikarhêner û hezar û 70 bazirgan).
2. Sala 2024an (Hewlêr û Dihok): Hezar û 568 kes hatin desteserkirin (727 bikarhêner û 831 bazirgan).
3. Sala 2025an (Hewlêr û Dihok): Hezar û 708 kes hatin desteserkirin (Hezar û 34 bikarhêner û 674 bazirgan).
4. Şeş mehên ewil ên îsal: 744 kes hatin desteserkirin ku ji wan 482 kes bazirganên madeyên hişbir in.
Dabeşkirina temenê bikarhêner û bazirganan (2025)
· Yên di bin 18 saliyê de: Ji sedî 1ê desteserkiriyan.
· Di navbera 18 û 30 saliyê de: Ji sedî 46ê desteserkiriyan.
· Di navbera 30 û 40 saliyê de: Ji sedî 36ê desteserkiriyan.
· Di navbera 40 û 50 saliyê de: Ji sedî 13ê desteserkiriyan.
· Di navbera 50 û 60 saliyê de: Ji sedî 4ê desteserkiriyan.
· Jin ji sedî 4ê hemû desteserkiriyên sala 2025an pêk tînin.
Madeyên hatine bidestxistin
1. Sala 2023yan: 2 ton û 825 kîlogram madeyên hişbir û 6 hezar û 56 şirît heb.
2. Sala 2024an: 511 kîlogram madeyên hişbir û 20 hezar û 240 şirît/heb.
3. Sala 2025an: 922 kîlogram madeyên hişbir û 12 hezar û 194 şirît heb.
4. Nîva ewil a îsal: 218 kîlogram madeyên hişbir û hezar û 897 şirît heb.

.jpg&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)