Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê agir bi xaniyekî ket û karesateke mirovî rû da.
Di şewatê de 2 bira û xwîşkeke astengdar mirin.
Ew di dema agir de di nav nivînên xwe de bûn û nekarîn xwe rizgar bikin.
Li gorî agahiyan, îro li Mereşê agir bi qata yekem a avahiyekê ket û pêtên agir bilind bûn.
Li ser agahdarkirina xelkê, tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Tîman di demeke kurt de agir kontrol kir û dest bi xebatên sarkirinê kir.
Di nav nivînan de asê man
Dema ku tîm ketin hundirê xanî, wan cenazeyên 3 kesan dîtin.
Hat zanîn ku qurbanî her 3 xwîşk û birayên astengdar in.
Kesên ku canê xwe ji dest daye Esra Saltaliya 44 salî, Mihemed Saltaliyê 32 salî û Ebdulganî Saltaliyê 26 salî ne.
Ji ber ku astengdar bûn, her du bira û xwîşka wan di kêliya agir de di nav nivînan de asê mane û xeniqîne.
"Min 2 zarok rizgar kirin"
Şahidê bûyerê Melîh Çevîk li ser kêliyên şewatê axivî û got:
"Her tişt ji nişka ve çêbû, min tiştek fêm nekir. Dema min agir dît min xwest alîkariyê bikim.
Min bi betaniyeke şil xwe pêça û ez ketim hundir.
Min 2 zarok rizgar kirin û ew derxistin derve.
Lê agir gelekî zêde bû û hinek xebatkarên agirvemirandinê gihîştin wê derê. Wan jî piştre termên din derxistin."
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêpirsîneke berfireh kiriye.



.jpg&w=3840&q=75)