Hewlêr (Rûdaw) - Havîn demsala zêrîn a geştyariyê ye li Herêma Kurdistanê.
Aliyên pêwendîdar ên li parêzgehan dibêjin, "bi hezaran geştyar" hatine û piraniya otelan bi geştyaran tijî bûne.
Piraniya wan geştyarên ku di vê demsalê de tên Herêma Kurdistanê, ji naverast û Herêmê Îraqê tên.
Ji bilî navendên bajaran, piraniya wan diçin havîngehan ku li gorî bajaran pileyên germahiyê zêdetirî 10 pileyan kêmtir in.
Li Silêmaniyê amadehiyên festîvalê
Berdevkê Geştyariyê yê Silêmaniyê Goran Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Geştyarekî zêde hatiye nav sînorên me, ji bo pêşwazîkirina wan hemû otel û xwaringeh bi hemû şiyana xwe dixebitin."
Li Silêmaniyê nêzîkî 380 otelên geştyariyê, 50 otelên gelêrî, 8 otelên 5 stêrk û bi sedan kabîne û kepirên geştyariyê hene.
Berdevkê Geştyariyê yê Silêmaniyê diyar kir:
"Hatina geştyaran a di vê demsalê de gelekî baş e.
Sibe li Parka Hewarî Şar a Silêmaniyê festîvaleke mezin dest pê dike û dê 8 rojan bidome.
Tê çaverêkirin ku ew jî bibe sedema kişandina geştyarên zêdetir."
Li Hewlêrê bandora Aşûrayê
Li gorî amarên xwaringeh û otelan, li parêzgeha Hewlêrê nêzîkî 445 otel û motel, 47 gundên geştyariyê û bi sedan kepirên geştyariyê hene.
Serokê Komeleya Otel û Xwaringehan a Hewlêrê Zîrek Biya Îliya ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir:
"Di dema cejnê de li otelên Hewlêrê cih nemabû lê niha ji ber Aşûrayê geştyar kêmtir bûne."
Zîrek Biya Îliya da zanîn:
"Niha di ji sedî 70yî otelan de geştyar hene.
Em çaverê dikin ku piştî merasîmên Aşûrayê zêdetir geştyar bên Hewlêr û Herêma Kurdistanê."
Li Dihokê xaniyên taybet zererê didin otelan
Her wiha Birêvebirê Giştî yê Geştyariyê yê Dihokê Serkar Sibxetullah Doskî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re anî ziman:
"Rewşa geştyariyê baş e lê bi giştî di cejnan de digihêje lûtkeyê.
Di rojên bêhnvedanên cejnan de di nava rojekê de zêdetirî 8 hezar geştyarî hatine parêzgeha me."
Birêvebirê Giştî yê Geştyariyê yê Dihokê destnîşan kir ku ji ber ku beşek ji geştyarên Dihokê naçin otelan û li xanî û baxçeyên taybet dimînin û beşek ji wan jî ji Mûsilê diçin û vedigerin, agahiyên hûr li ser hejmara geştyaran li ber destê wan nînin.
Li parêzgeha Dihokê nêzîkî 900 cihên geştyariyê hene ku 145 ji wan otel in, ev jî ji bilî hebûna nêzîkî 250 deverên geştyariyê ye.
Serokê Şaxa Dihokê ya Komeleya Xwaringeh û Otelan Şêx Îhsan Îsa ji Rûdawê re ragihand:
"Wan baxên ku xanî tê de ne zerereke mezin gihandiye otelan.
Geştyarên Ereb zêde ne û li wir pereyekî kêmtir didin û ti fîlterên parastina jîngehê jî li ser wan nînin, lewma zêdetir diçin wir."
Serokê Şaxa Dihokê ya Komeleya Xwaringeh û Otelan li pey çû:
"Berê 12 hezar karmend li otelan hebûn, niha ji bo nêzîkî 6 hezaran hatine kêmkirin.
Ji ber wan xaniyan bi hezaran derfetên kar ji dest çûne."
Li Helebceyê cihê mayînê nemaye
Birêvebirê Ragihandin û Pêwendiyên Geştyariyê yê Helebceyê Hewraman Celal ji Rûdawê re eşkere kir:
"Rewşa geştyariyê ya li sînorê me gelekî baş e.
Otel, xanî û cihên mayînê tijî bûne û ji pêş ve tên girtin."
Birêvebirê Ragihandin û Pêwendiyên Geştyariyê yê Helebceyê diyar kir:
"Ji bo me demsala zêrîn a geştyariyê ye.
Piraniya geştyarên me diçin Ehmedawa û Kaniyê Zelmê, Biyare, Tewêle û Seyrangeha Çawgê."

.jpg&w=3840&q=75)
