Hewlêr (Rûdaw) - Yûnis Ebas ew ciwanê ku nîşana reş li ser rûyê wî hebû û çîroka jiyana wî di Rûdawê de hatibû belavkirin zewicî.
Yûnis Ebas dibêje ku piştî derketina wî ya li Rûdawê jiyana wî bi temamî guheriye. Ew niha xwedî xanî, hevjîn û karê xwe yê taybet e.
Yûnis Ebas ji Rûdawê re ragihandm, "Piştî du mehan ji derketina min a di bernameya 'Berpirsyar' a Rûdawê de, min karî ez bizewicim.
Ez bûm xwedî xanî û karê xwe. Rûdaw ji bo jiyana min bû xêr û bereket."
Yûnis Ebas di derbarê keça ku pê re zewiciye de got:
"Keça ku ez pê re zewicîme nişteciha Taxa Mamzawayê ya Hewlêrê ye û 16 salî ye.
Ew naseke me bû. Ez çûm daxwaza wê, wê jî qebûl kir û şeva çarşemê min ew mar kir."
Ji şivaniyê ber bi karkeriya bajêr ve
Yûnis Ebas ciwanekî 25 salî ye û li bajarokê Behirkeyê yê Hewlêrê dijî. Wî heta pola 8an xwendiye.
Wî berê şivantî dikir lê piştî mirina bavê xwe, ji bo dabînkirina debara jiyana xwe û dayîka xwe berê xwe da nav bajêr û dest bi karkeriyê kir.
Ev ciwan ji ber nîşana zayînî ya li ser rûyê xwe rastî gelek pirsgirêkan hatibû û nedikarî bizewice jî.
Yûnis Ebas 29ê Nîsana 2024an di bernameya 'Berpirsyar' a Rûdawê de behsa nîşana rûyê xwe kiribû û gotibû:
"Ez her ji dema ku ji dayîk bûme wisa me. Mamosteyên olî pêşî ji me re got ku neştergeriyê nekin çimkî navê Xwedê li ser e."
Şirket û xêrxwazan piştgirî da wî
Piştî derketina wî ya di Tora Medyayî ya Rûdawê de jiyana Yûnis bi temamî guherî.
Şirketa "By Deniz" a li Zaxoyê ew wekî modelê cil û bergan damezirand.
Hacî Îdrîs Sûrçî xaniyek wekî diyarî pêşkêşî wî kir û Şirketa "M-Center"ê jî hemû mesrefên zewaca wî girt ser milê xwe.


