Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê amarên xeniqînê yên îsal ji Rûdawê re eşkere kirin.
Li gorî amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 29 kes xeniqîne û herî zêde xeniqîn jî li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê çêbûne.
Berdevkê Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê Serkewt Kareş ji Rûdawê re ragihand:
"Îsal li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê 29 bûyerên xeniqînê hatine tomarkirin.
Ji vê hejmarê termên 28 kesan hatine dîtin lê termê kesekî xeniqî hîn nehatiye dîtin."
Serkewt Kareş li ser termê ku winda ye got, "Term li parêzgeha Helebceyê ye û lêgerîn didome."
"Xelk pêbendî rênimayan nabe"
Berdevkê Parastina Sivîlan destnîşan kir ku sedema sereke ya bûyeran "xemsarî, nezanîna avjeniyê û nepêbendbûna bi rênimayan e" û da zanîn:
"Me li hemû cihan tabloyên hişyariyê danîne lê xelk pêbend nabe."
Li gorî amarên fermî yên Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê dabeşbûna 29 bûyerên xeniqînê bi vî rengî ye:
Zaxo: 8 kes
Hewlêr: 7 kes
Soran: 4 kes
Helebce: 3 kes
Silêmanî: 3 kes
Dihok: 2 kes
Raperîn: Kesek
Germiyan: Kesek


