Hewlêr (Rûdaw) - Piştî dîtina termê zarokekî li qûntara Çiyayê Qendîlê ya li Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê, guman zêde bûne ku ew term ê Yad Serbaz be.
Yad Serbaz meha borî li heman deverê winda bûbû.
Bavê Yad li ser hesabê xwe yê Facebookê wêneyên hinek cil û bergan belav kirin û gefa tolhildanê xwar.
Birêvebirê nahiyeya Sengeserê Nehro Ebdulah ji Rûdawê re ragihand ku cil û bergên termê hatiye dîtin dişibin cil û bergên Yad Serbaz.
Lê belê wekî ku şahidên bûyerê û hinek berpirsên Îdareya Serbixwe ya Raperînê ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku "term hatiye têkdan" nasnameya wî bi hêsanî nayê eşkerekirin.
Term ji bo otopsiyê şandin Tiba Dadî ya Silêmaniyê û niha li benda encamên dawî ne.
Gefa tolhildanê ya bavê Yad
Bavê Yad, Serbaz Balek li ser hesabê xwe yê Facebookê wêneyên hinek cil û bergên çiriyayî û bixwîn belav kirin û nivîsî:
"Kurê min heqê te winda nabe, bawer bike em dê kujer bigihînin cezayê wî.
Tu bi aramî binive kurê min ê şîrîn."
Piştî belavbûna nûçeyê, xizmên Yad Serbaz daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew li benda encamên Tiba Dadî ne.
Wan her wiha destnîşan kir ku ew niha şînê ji bo Yad danaynin û li ser vê mijarê ti daxuyaniyan nadin.
Yad Serbaz 4 salî ye û li bajarê Hewlêrê dijî.
Yad li gel dayîk, pîrik û xalê xwe ji bo serdana mala bapîrê xwe çûbû gundê Êndizê yê li qûntara Qendîlê û ji piştî nîvroya 22yê meha borî ve winda ye.



