Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî.
Di qezayê de 2 mirin û her wiha xizmê wan ê bi navê Hidir Bulut jî dema nûçeya qezayê bihîst xwest biçe cihê qezayê lê di rê de ji ber krîza dil mir.
Otomobîla ku ji merasîma nîşanê vedigeriya ji rê derket û qulibî.
Nasnameya şofêr û plakaya otomobîlê hîn nehatine zanîn.
Di qezayê de 3 kesên di otomobîlê de bûn birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîman birîndar piştî midaxeleya destpêkê veguhastin nexweşxaneyên derdorê.
Samet Bulut û kesekî din ê ku nasnameya wî hîn nehatiye zanîn li nexweşxaneyê mirin.
Hat diyarkirin ku tedawiya birîndarekî didome.
Hidir Bulutê ku xizmê wan, gava nûçeya qezayê bihîst xwest biçe cihê bûyerê.
Lê gava di otomobîlê de rewşa wî xera bû û ji ber krîza dil ew jî mir.
Cenazeyên wan ji bo otopsiyê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.
Lêpirsîna li ser qezayê didome.


.webp&w=3840&q=75)
