کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêneyekî Mûsilê\ Wêne: Arşîv

Wêneyekî Mûsilê\ Wêne: Arşîv

ÎRAQ

Qerebûya jinên Êzidî dest pê kir: 2 hezar parçe erd dê bê belavkirin

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW12-12-2025

Nûçeyên Têkildar

Samî Etrûşî: Amerîkayê lîsteya 1000 berpirsên gendeliyê daye Îraqê
ÎRAQ28-06-2026

Samî Etrûşî: Amerîkayê lîsteya 1000 berpirsên gendeliyê daye Îraqê

Li Îraqê operasyona mezin a gendeliyê: Parlamenter û berpirsên bilind hatin desteserkirin
ÎRAQ28-06-2026

Li Îraqê operasyona mezin a gendeliyê: Parlamenter û berpirsên bilind hatin desteserkirin

Ebdulrehman Cezayirî: Operasyona gendeliyê dê berfirehtir bibe
ÎRAQ28-06-2026

Ebdulrehman Cezayirî: Operasyona gendeliyê dê berfirehtir bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Rêkarên belavkirina zêdetirî 2 hezar parçeyan erd li parêzgeha Mûsilê ji bo wan jinên Êzidî dest pê kirin ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Birêvebiriya Kar û Barên Jinên Êzidî yên Rizgarbûyî ya Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ya Îraqê vê proseyê bi rê ve dibe.

Berdevkê Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ya Îraqê Hesen Xewam ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Qonaxa duyem a belavkirina erdan 11ê Kanûna Pêşîn dest pê kir.

Zêdetirî 2 hezar jinên Êzidî yên rizgarbûyî dê ji vê qonaxê sûdmend bibin."

Pêvajoya belavkirina erdan li gorî "Yasaya Jinên Rizgarbûyî yên Êzidî" tê kirin ku Parlamentoya Îraqê sala 2021ê pesend kiribû.

Armanca yasayê qerebûkirina madî ya wan jinan e ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Hesen Xewam bi bîr anî ku di qonaxa yekem de 262 parçe erd li ser jinên Êzidî hatine belavkirin. Erdên qonaxa duyem jî li sînorê parêzgeha Mûsilê ne.

Çekdarên DAIŞê sala 2014an êrişî qezaya Şingalê ya Mûsilê kiribû. Çekdaran bi hezaran jin û keçên Êzidî revandibûn û wekî cariye miamele bi wan re kiribû.

Berdevkê Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ya Îraqê eşkere kir ku ew dê li Mûsilê ji bo jinên rizgarbûyî fermangeheke taybet vekin.

Ev fermangeh dê xizmetên alîkarî, rehabîlîtasyon û perwerdeyê pêşkêşî jinan bike.

Pirsên