Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Cezayê ya Navendî ya Îraqê di doza revandina rojnamegera Amerîkî Shelly Kittlesonê de biryara xwe da.
Dadgehê 15 sal cezayê girtîgehê da tawanbar Emîr Rehîm Cebar Lazim.
Li gorî biryara dadgehê Emîr Rehîm Cebar Lazim ji ber tawana revandina Kittlesonê hatiye cezakirin.
Kittleson 31ê Adara 2026an li navçeya Sadûnê ya Bexdayê hatibû revandin.
Emîr Rehîm Cebar Lazim li gorî Qanûna Dijîterorê ya Îraqê û madeyên pêwendîdar ên Qanûna Cezayê hat cezakirin.
Dadgehê her wiha destnîşan kir ku piştî biryar tekez bibe, mafê Kittlesonê heye ku li dadgehên sivîl daxwaza qerebûyê bike.
Piştî 8 rojan hatibû berdan
Kittlesonê 23yê Nîsana 2026an di kovara The Atlanticê de gotarek belav kiribû.
Wê di gotara xwe de diyar kiribû ku ew 31ê Adarê li Bexdayê hatiye revandin.
Rojnamegera Amerîkî dema ku li benda teksiyê bûye hatiye revandin.
Wê dixwest bi berpirsekî hikûmeta Îraqê re hevdîtinê bike ku ji mêj ve nas dikir.
Di dîmenên kamerayên ewlehiyê de dihat dîtin ku 2 kesan rojnameger bi zorê xistiye kursiya paş a otomobîlekê.
Kittlesonê ragihandibû ku yekî ji wan ji wê re gotiye:
"Tu bêguneh î, em vê yekê dizanin. Lê niha şer heye û pasaporta te ya Amerîkayê ye."
Çavên Kittlesonê hatibûn girêdan û ew bi otomobîlên cuda biribûn cihekî din.
Rojnamegera Amerîkî sibeha 8ê Nîsanê hatibû berdan.
Rojnameger pişt re radestî hêzên hikûmeta Îraqê hatibû kirin.
Ew biribûn Herêma Kesk a li Bexdayê û li wir ji aliyê Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan ve hatibû pêşwazîkirin.



