Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Îraqê ragihand ku asmanê Îraqê vekirî ye û nehatiye girtin.
Birêvebirê Ragihandin û Pêwendiyan ê Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Îraqê Cîhad Dîwan îro ji Tora Rûdawê re ragihand:
"Asmanê Îraqê vekirî ye û bi ti awayî nehatiye girtin."
Divê were gotin ku ji ber rûdanên li herêmê, şeva borî hemû seferên asmanî yên Îranê yên ber bi Îraqê ve hatin rawestandin.
Birêvebirê Pêwendî û Ragihandinê yê Birêvebiriya Kargerî ya Balafirgehên Îraqê Ehmed Wehîd jî ji Rûdawê re eşkere kir ku hemû seferên asmanî yên Komara Îslamî ya Îranê yên ber bi balafirgehên Îraqê ve hatine betalkirin.
Ehmed Wehîd da zanîn ku ew yek jî ji ber girtina asmanê Îranê ye.
Birêvebirê Ragihandinê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê Amir Tufeylî jî ji Rûdawê re ragihand, hemû seferên ji Îranê yên ber bi Balafirgeha Necefê ve hatine betalkirin.
Rojane 15-20 seferên asmanî
Li gorî gotina Amir Tufeylî rojane 15-20 seferên asmanî ji Îranê ber bi Balafirgeha Necefê ve tên kirin.
Amir Tufeylî diyar kir ku ew sefer hemû bi rêya xetên asmanî yên Îranê ne û xeta asmanî ya Îraqê ji Balafirgeha Necefê ti seferan ber bi Îranê ve nake.
Êrişên dualî
Êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê şeva borî ji nû ve dest pê kir.
Amerîkayê got ku ew êriş li hemberî hewldanên nû yên Tehranê yên ji bo êrişkirina ser keştiyên bazirganiyê û leşkerên Amerîkayê yên li herêmê bersivek e.
Îranê jî ji bo bersivdayînê êrişeke giran bir ser baregehên Amerîkayê yên li herêmê.



