Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku meha borî asta herî bilind a hinartina petrolê û dahatê piştî destpêkirina şer û krîza Tengava Hurmizê hatiye tomarkirin.
Wezareta Petrolê ya Îraqê her wiha eşkere kir ku planeke wan a stratejîk heye ji bo hinartina petrolê ya li derveyî Tengava Hurmizê.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rûkabî got:
"Asta hilberîna petrola xav a Îraqê di rojekê de ji 3 milyon bermîlan derbas kiriye.
Di meha Tebaxê de bi navînî rojane zêdetirî 2 milyon û 200 hezar bermîl petrol hatiye hinartin."
Selîm Rûkabî da zanîn ku rojane nêzîkî 30 hezar metre sêca rûnê sotemeniyê jî hatiye hinartin.
Dahata petrolê ya meha Tebaxê
Selîm Rûkabî destnîşan kir ku meha Tebaxê bi giştî nêzîkî 70 milyon bermîl petrol hatiye hinartin.
Tê texmînkirin ku dahata wê ya destpêkê nêzîkî 4 milyar û 500 milyon dolarî be.
Rûkabî li ser vê mijarê da zanîn:
"Ev dahat piştî destpêkirina şer asta herî bilind e.
Ev yek nîşan dide ku sektora petrolê di piştgiriya aboriya niştimanî û zêdekirina dahata dewletê de xwedî roleke girîng e."
Rêyên nû yên hinartinê
Selîm Rûkabî li ser hewlên Îraqê yên ji bo dîtina rêyên nû yên veguhastin û hinartinê axivî û diyar kir ku Îraq di çarçoveya planên xwe yên stratejîk de dixwaze petrola xav bi rêya deryayê û li derveyî Tengava Hurmizê hinarde bike.
Berdevkê Wezareta Petrolê armanca vê pêngavê wiha rave kir:
"Em dixwazin bihayê petrola Îraqê li bazaran bilind bibe, dahateke zêdetir bi dest bixin û deriyên hinartinê zêde bikin da ku pêvajoya hinartinê bi berdewamî bimeşe."
Îraq mehên borî ji ber astengiyên di hinartina petrolê ya ji Tengava Hurmizê de rû bi rûyî krîza nexdî (pereyê amade) bûbû.
Wê rewşê wiha kir ku dabeşkirina meaşên karmendan ji bo mehên Tîrmeh û Tebaxê dereng bikeve.



