Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Îraqê eşkere kir ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dê hefteya bê biçe Amerîkayê û bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, serdana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya Washingtonê dê serê hefteya bê pêk were.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî ji Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îraqê (INA) re axivî û da zanîn ku Elî Zeydî dê di çarçoveya serdana xwe de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biaxive.
Li gorî bernameya serdanê tê plankirin ku Elî Zeydî bi serkirdeyên gelek welatan re jî hevdîtinên dualî pêk bîne.
Ebûdî bal kişand ser dîroka 30ê Îlonê ku ji bo vekişîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya ji Îraqê hatiye diyarkirin.
Heyder Ebûdî li ser roja 30ê Îlonê got:
"Ev roj ji bo serweriya Îraqê rojeke gelekî girîng e.
Ji wê rojê û pê ve pêwendiyên di navbera Bexda û Washingtonê de dê veguherin hevahengiyeke aborî ya demdirêj."
Elî Zeydî 14ê Tîrmehê jî li ser vexwendina fermî ya Donald Trump çûbû Amerîkayê û li Koşka Spî bi Trump re civiyabû.
Armanca sereke ya wê serdanê xurtkirina pêwendiyên dualî û berfirehkirina hevahengiyê ya di warên aborî, bipêşketin, veberhênan, enerjî û binesaziyê de bû.
Her wiha dosyeyên hevbeş ên ewlehî û siyasî yên ku ji nêzîk ve Bexda û Washingtonê eleqedar dikin, xalên sereke yên rojeva hevdîtina berê ya navbera Zeydî û Trump bûn.



