Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî civiya.
Her du aliyan êrişa li ser qada gazê ya Kormorê bi tundî şermezar kir.
Wan her wiha tekezî li ser çareseriya bingehîn a pirsgirêkan, dosyeya meaşan, para Herêma Kurdistanê ya di budceya 2027an de û hilberîna petrolê kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li bajarê Bexdayê li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî civiya.
Di destpêka hevdîtinê de her du aliyan êrişa terorîstî ya şeva borî ya li qada gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê bi awayekî herî tund şermezar kir.
Wan hevdengiya xwe nîşan da ku divê dawî li êrişên li ser jêrxana aborî û sektora enerjiya Herêma Kurdistanê were anîn.
Plana zêdekirina hilberîna petrolê
Di civînê de Serokwezîrê Îraqê bal kişand ser plana hikûmeta xwe ya ji bo zêdekirina hilberîna petrolê ya di salên bê de.
Zeydî ragihand ku armanca wan ew e heta sala 2030î hilberînê bigihînin rojane 7 milyon bermîlan û heta sala 2032yan jî bigihînin rojane 10 milyon bermîlan.
Zeydî diyar kir ku ev hejmar hilberîna zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê jî li xwe digire ku digihîje nêzîkî milyonek bermîlî di rojekê de.
Her wiha diyar kir ku ev yek dê bandoreke rasterast û erênî li ser bipêşketin û rewşa aborî ya Îraqê bike.
Para di budceya 2027an de
Di hevdîtinê de li ser mafên destûrî û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê guftûgoyeke kûr hat kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser girîngiya dabînkirina para Herêma Kurdistanê ya di budceya federal a sala 2027an de kir.
Barzanî da zanîn ku divê ev par bi awayekî adilane, li ser bingeha destûrê, bi rêzgirtina li pergala federal û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê dabînkirin.
Mijarên sereke yên guftûgoya Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî:
Mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê: Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê li gel karmendên Îraqê kir.
Budceya giştî ya 2027an: Para Herêma Kurdistanê hat nirxandin û li ser danîna mekanîzmayên terxankirinê yên li ser bingeha destûrê hat sekinîn ku di berjewendiya hemû pêkhateyan de be.
Yasaya petrol û gazê: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî hilberîn, hinartin û birêvebirina çavkaniyên enerjiyê, pêwîstiya lezkirina derxistina Yasaya Petrol û Gazê hat tekezkirin.
Birêvebirina zeviyên petrolê: Li gorî prensîbên destûrî li ser mekanîzmayên birêvebirin û birêxistinkirina zeviyên petrolê nîqaş hat kirin.
Dahatên petrolî û nepetrolî: Mekanîzmaya birêvebirin û rêkxistina dahatên petrolî û yên nepetrolî bi rêya hevahengiya di navbera her du Wezaretên Darayiyê yên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin.
Di dawiya civînê de, her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevahengî, hevkariya hevbeş, dan û standin û têgihiştinê kir wekî tekane rêya çareserkirina hemû pirsgirêkên hilawêstî, bi awayekî ku xizmeta berjewendiya tevahiya xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê bike.


