Hewlêr (Rûdaw) - Li salona Dadgeha Tawanan a Kerxê ya li Bexdayê, gava ekrana li salonê vebû bêdengiyeke kûr ket hundir.
Li ser ekranê kesekî bi cilên reş ên DAIŞê û çekek di destê wî de xuya dibû. Li rex wî du çekdarên din hebûn û wî bi zimanekî tund ê Fransî gef li Parîs û welatên Ewropayê dixwarin lê belê li ber kursiya dadger, heman kes bi cilên porteqalî yên zindanê û goreyên stûr serê xwe tewandibû, çavên xwe berdabûn erdê û çirkeyekê jî li ekranê nenêrî.
Ev dîtina di rûniştina dûr û dirêj a îro ya Dadgeha Tawanan a Kerxê de bû ku ji bo darizandina 15 welatiyên Fransayê yên bi tohmeta endamtiya DAIŞê hat lidarxistin.
Di vê rûniştinê de 3 dadger, dozgerê giştî, 2 parêzerên dadgehê, 2 nûner û wergêrekî Balyozxaneya Fransayê, hiqûqnas û rojnameger amade bûn.
Rûniştina dadgehê bi rê ve çû û dadgehê cezayê heta hetayê li 6 kesan birî.
Biryara li ser dosyeyên kesên din jî ji bo dawiya vê mehê hat taloqkirin.
Bi cezakirina wan 6 kesan re, hejmara wan Fransizên ku di çarçoveya koma 47 kesî de li Bexdayê hatine cezakirin gihîşt 16 kesan.
“Mejiyê me hat şuştin”
Di hemû rûniştinên îro de ku nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê yê Bexdayê Ziyad Îsmaîl û nûçegihanê beşa Îraqê Malîk Mihemed lê amade bûn, tohmetbar yek bi yek anîn salona dadgehê.
Hemûyan cilên porteqalî yên zindanê û goreyên stûr li xwe kiribûn, por û rihên wan tevlîhev bûn û westandina girtîgehê li ser rûyên wan diyar bû.
Dema ku li 9 tohmetbarên yekem guhdarî dikir, serokê dadgehê bi rûyekî ken û carinan jî bi henek pirs ji wan dikirin û bi wan re diaxivî lê dema ku dadger biryara cezayê wan 6 kesên din xwend, rewşa salonê bi temamî guherî.
Di wê beşê de cidiyeteke xurt di rû û dengê dadger de xuya bû. Dema ku hin ji wan xwest biaxivin jî rê neda wan û yek bi yek ji salonê hatin derxistin.
Di axaftinên tohmetbaran de hevokek tim dihat dubarekirin, "Mejiyê me hat şuştin û em hatin xapandin."
Çîroka 9 tohmetbaran: Ji çêkirina dronan heta hejmara gumanbar a Parîsê
Îbrahîm Mihemed Xiyarî: Gef li Fransayê û poşmanî li Bexdayê
Îbrahîm bi eslê xwe Mexribî ye û li Parîsê ji dayîk bûye, welatiya Fransayê ye.
Ji ber tohmeta ku keçên bin 18 salî teşwîq kiriye ku herin Sûriyeyê, navê wî di bultena sor a Înterpolê de ye.
Sala 2013an tevlî Cebheya Nusrayê bûye û pişt re bûye çekdarê DAIŞê.
Îbrahîm Mihemed Xiyarî di salona dadgehê de got ku ew ji zimanê Erebî fêm nake.
Dadger vîdeoya Şedadê danî ser ekranê ku tê de Îbrahîm bi çek gefên tund dixwe û dibêje:
"Fransa, tu yekem welat î ku em dê ji kafir û bêbaweran rizgar bikin.
Hayê me ji wan balafiran heye ku hûn dişînin ser me û me bombebaran dikin, em dê tola xwe ji we hilînin."
Her wiha di vîdeoyê de pesnê Mihemed Merah dide ku sala 2013an li Parîsê êrişî cihekî giştî kiribû û çend kes kuştibûn.
Îbrahîm bi dengekî nizm got, "Wê vîdeoyê ji bo malbata min a li Fransayê pirsgirêk çêkirin û dayîka min jî ji ber xemên min mir."
Îbrahîm diyar kir ku ew di 20 saliya xwe de çûye Sûriyeyê, du jin bi navê Sara û Suham anîne û zavayê wan Mecîd mejiyê wî şuştiye û xwişka wî jî neçar kiriye ku biçe Sûriyeyê.
Wî qebûl kir ku li Reqa û Helebê di beşa ewlehiyê de xebitiye lê tohmeta teşwîqa keçan red kir û got ku ew wan her du çekdarên di vîdeoyê de li kêleka wî bûn nas nake.
Ji ber aloziya dosyeyê, dadger biryara li ser Îbrahîm taloqî 26ê Çiriya Paşîn kir.
Cyril Jean Lopez: Min Erebî ji bîr kiriye
Cyril bi eslê xwe Fransiz e û di malbateke Xirîstiyan de li Fransayê ji dayîk bûye.
Ji sala 2004an ve ketiye bin bandora ramana El Qaîde û Wehabiyan.
Sala 2009an li Misirê hînî zimanê Erebî bûye û pirtûkên kesên wekî Salih Fewzan, Îbn Useymîn û Îbn Teymiye xwendine.
Dema ku hat ber dadger û wergêr xwest, dadger bi ken jê pirsî:
"Cyril, tu di rûniştina borî de bi Erebiyeke zelal diaxifî, niha çawa li Îraqê Erebî ji bîra te çû?"
Cyril bi kurtî bersiv da, "Erebiya min ne baş e."
Cyril ku nasnavê wî "Ebû Yasînê Fransiz" bû, sala 2015an çûye Sûriyeyê û bi meaşê mehane yê 100 dolarî di beşa mekanîkê ya kargeheke çêkirina dronên çavdêriyê û şer a DAIŞê de xebitiye.
Dozgerê giştî li gorî xala 4an a terorê xwest ku were cezakirin ji ber ku bi wan dronan bomb hatine avêtin û xelk pê hatiye kuştin lê parêzerê wî got ku Cyril tenê di dronên çavdêriyê de xebitiye û li Îraqê ti sûc nekirine, ji ber vê xwest ku wî radestî Fransayê bikin.
Cyril got, "Ez sûcdar im lê gelekî poşman im."
Dadger biryara li ser wî jî taloqî 26ê mehê kir.
Domenico Gioberti: Pêwendiya gumanbar bi tohmetbarên êrişên Fransayê re
Domenico bi eslê xwe Îtalî ye û di malbateke Xirîstiyan de mezin bûye.
Berê li Fransayê madeyên hişbir bi kar anîne û sala 2011ê bûye Misilman.
Sala 2014an ji Îtalyayê çûye Atînayê û ji wir jî derbasî Tirkiye û Sûriyeyê bûye.
Bi meaşê mehane yê 175 dolarî li bendên kontrolê xebitiye.
Tohmeta herî giran a li ser Domenico girêdayî hejmarekê bû.
Dadger û dozger bi pişta xwe bi belgeyên îstixbaratê ve girê dan û gotin ku ew bi hejmarekê hatiye girtin ku berê Ebdulhemîd Ebaûd (endamê êrişên terorê yên beriya sala 2015an ên li Fransayê) bi kar aniye.
Domenico ev red kir lê di axaftina xwe ya dawî de got:
"Min di jiyana xwe de şaşiyeke mezin kir, keça min li Fransayê ma û ez gelekî bêriya wê dikim."
Doza wî jî taloqî 26ê Çiriya Paşîn hat kirin.
Rebî Mihemed: Tenduristkarê DAIŞê
Rebî Mihemed Belqasim sala 1989an ji dayîk bûye û bi eslê xwe Cezayîrî ye.
Li Fransayê bawernameya wî ya tenduristiyê û şirketeke înternetê hebûye.
Sala 2015an di Tirkiyeyê re çûye Sûriyeyê û sal û nîvekê bi meaşê mehane yê 135 dolarî wekî birînpêç di navendeke tenduristiyê ya DAIŞê de xebitiye.
Li ber dadger li sûcê xwe mikur hat û got:
"Birêz dadger, min ji derve DAIŞ bi rengekî din didît, wekî ku propagandaya wê dihat kirin lê gava ez ketim navê ne wisa bû."
Gava dadger pirsî çima zû jê derneketî, wî got:
"Ketina nav DAIŞê hêsan bû lê derketina jê pir zehmet bû."
Wî lêborîn ji hemû qurbaniyan xwest. Parêzerê wî xwest ku wî bişînin Fransayê û biryara li ser wî jî taloqî 26ê mehê hat kirin.
Ebû Qudame: Tohmetbarkirina dadgerê lêkolînê
Hakim Oussine ku bi navê Ebû Qudame tê naskirin, bi eslê xwe Cezayîrî ye û li Parîsê ji dayîk bûye.
Li Misirê Erebî xwendiye. Wî diyar kir ku sala 2013an ji bo piştgiriya gelê Sûriyeyê ya li dijî Beşar Esed çûye nav Ehrar El Şamê lê pişt re bi rêya lihevkirinekê çekdarên biyanî radestî DAIŞê hatine kirin û ew di cebilxaneyên Helebê de ji bo DAIŞê xebitiye.
Hakim got ku sala 2016an dev ji fikra DAIŞê berdaye.
Hakim dadgerê lêkolînê tohmetbar kir ku îfadeyên zêde xistine dosyeya wî da ku wî ceza bikin.
Dadgerê rûniştinê yekser bersiv da ku ti delîl ji bo vê îdiayê nînin.
Dadgehkirina wî jî ji bo 26ê mehê hat taloqkirin.
Tohmetbarê din Enes Silêmanê sala 1997an ji dayîk bûye, bi eslê xwe ji Cîbûtiyê ye û li Fransayê ji dayîk bûye.
Sala 2013an çûye Sûriyeyê, tevlî Cebheya Nusrayê bûye û pişt re derbasî DAIŞê bûye.
Enes du caran zewiciye û meaşê wî di nav DAIŞê de mehane 50 dolar bûye.
Enes da zanîn ku sala 2016an xwestiye bireve lê hatiye girtin û sala 2019an jî ji aliyê HSDyê ve hatiye girtin.
Doza wî jî ji bo 26ê mehê hat taloqkirin.
Îbrahîm Xelîl, sala 2000î ji dayîk bûye û bi eslê xwe Mexribî ye.
Sala 2014an ketiye nav DAIŞê û sala 2016an ji aliyê HSDyê ve hatiye desteserkirin.
Pişt re bi rêya Amerîkayê radestî Îraqê hatiye kirin.
Piştî nîşandana belgeyan û nîşandana poşmaniyê, biryara li ser wî jî taloqî 26ê mehê hat kirin.
Doza Ebûbekir Mihemed û Omer Emîn jî ji ber westandina heyeta dadgehê û wergêran ji bo 26ê Çiriya Paşîn hat taloqkirin.
Cezayê heta hetayê ji bo 6 çekdaran
Di beşa dawî ya rûniştinê de, dadger pişta xwe bi belgeyan ve girê da û cezayê heta hetayê li van 6 kesan birî:
1. Necîb Fatimî
2. Nûredîn Ebdulqadir
3. Thomas Collange (bi eslê xwe Fransiz)
4. Ebdo Mûrad
5. Geoffrey F. Marcelle
6. Ebdulqadir Philippe
Piştî xwendina biryarê, Necîb Fatimî bi dengekî bilind ji dadger re got:
"Birêz dadger, ez dixwazim cezayê xwe li Fransayê yan jî li Cezayîrê bikişînim."
Dadger bersiv da, "Vê daxwazê ji bo pişt re bihêle, ev karê hikûmetê ye."
Ji bilî Ebdulqadir Philippe ku hêrseke mezin li ser rûyê wî diyar bû, tohmetbarên din hemû gelekî xemgîn bûn.
Her du nûnerên Balyozxaneya Fransayê jî piştî biryarê salona dadgehê terk kir.
Ev 15 kes beşek in ji koma 47 kesî ya xwediyên nasnameya Fransayê ku berê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatibûn girtin û Îlona 2025an ji aliyê hêzên Amerîkayê ve radestî hikûmeta Îraqê hatibûn kirin.
Her çend hemû xwediyên nasnameya Fransayê bin jî tenê hejmareke gelekî kêm ji wan bi eslê xwe Fransiz in.

.webp&w=3840&q=75)
