Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê îşev li ser navbera parêzgehên Nînowa û Enbarê êrişî xaleke leşkerî ya hevbeş a Artêşa Îraqê û Heşdî Şebî kir.
Serokê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Meclisa Parêzgeha Neynewayê Mihemed Casim Kakayî ji Rûdawê re ragihand ku êriş li navçeya Hederê li dijî xaleke hevbeş a Artêşa Îraqê û Heşdî Şebî hatiye kirin.
Kakayî da zanîn ku hûrgiliyên êrişê hîn bi temamî zelal nebûne.
Li hêla din, Birêvebiriya Ragihandinê ya Heşdî Şebî ragihand ku hêzên Lîwaya 44an êrişeke DAIŞê ya li xaleke kontrolê ya li ser rêya Nînowayê û Enbarê têk biriye lê agahiyên zêdetir belav nekirin.
Rewş di bin kontrolê de ye
Fermandariya Operasyonên Rojavayê Nînowayê jî ragihand ku rewş bi temamî di bin kontrolê de ye.
Fermandariyê diyar kir ku hêzên ewlehiyê li dijî her hewleke êrişê ya bermayiyên DAIŞê di amadebaşiyeke temam de ne.
Ji bo parastina ewlehiya herêmê û rêlibergirtina liv û tevgera çekdaran, hêzên ewlehiyê li seranserê rêya Rewa û Hederê hatine bicihkirin.
Liv û tevgera DAIŞê zêde bûye
Demek e liv û tevgera çekdarên DAIŞê li herêmê zêde bûye.
Êvara îniya borî otomobîleke gumanbar ku dihat texmînkirin çekdarên DAIŞê tê de bin li nahiyeya Pirdê ya Kerkûkê hat dîtin.
Li ser vê yekê gelek hêzên Artêşa Îraqê û Dijî Terorê çûn herêmê û rêya sereke ya Kerkûk-Hewlêrê li ber hat û çûna şofêran hat girtin.
Paşê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama operasyoneke pêşwext û êrişeke asmanî ya li bakurê Kerkûkê de 3 terorîst hatine kuştin û kesekî ku ew vediguhastin jî hatiye girtin.

.webp&w=3840&q=75)

