Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraqê lêkolîna li ser gendeliyê didome û dînar, dolar û zêr di dîwaran de tên dîtin.
Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê ragihand ku wan di çarçoveya lêkolîna gendeliyê ya li ser wekîlê berê yê Wezareta Petrolê Ednan Cumeylî de dest daniye ser gelek zêr û pereyan.
Li gorî daxuyaniya ku îro ji aliyê Encumena Bilind a Dadweriyê ve hatiye belavkirin, dadwerê lêkolînê yê Dadgeha Tawanan a Navendî diyar kiriye ku beşek ji pereyên dîtî li cem hinek kesan hatine danîn lê gelek pere jî di nav dîwarên hinek xaniyan de hatine veşartin.
Hat ragihandin ku mêjera giştî ya mal û milkên ku îro hatine girtin 25 milyar dînarên Îraqê (nêzîkî 19,08 milyon dolar), 200 hezar dolarên Amerîkayê û 4 kîlogram zêr in.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku lêkolîna li ser Ednan Cumeylî ya ji bo tesbîtkirina dahatên ku ji sûcan hatine bidestxistin û eşkerekirina kesên din ên ku destê wan di vê bûyerê de heye didome.
.jpg&w=3840&q=75)


