Hewlêr (Rûdaw) - Du ajansên nûçeyan ên nîvfermî yên Îranê ragihand, Îranê pêwendiyên xwe yên bi navbeynkaran re rawestandine.
Rawestandina pêwendiyan piştî ku Îsraîlê gefa bombebarankirina Beyrûtê xwar hat dayîn.
Ajansên nûçeyan ên Fars û Tesnîmê yên ku nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ne eşkere kir ku şerê li Libnanê beşek ji dan û standinên berfireh ên agirbestê yên bi Amerîkayê re ye.
Îsraîl û Amerîka jî tekez dikin ku şerê li Libnanê ji dan û standinên şerê li Îranê cuda ye.
Berpirsekî herêmê yê ku agahdarî dan û standinên navbeynkaran ên bi Îranê re ye, diyar kir ku Tehranê roja sêşemê bi ti awayî pêwendî nekiriye.
Îranê berê ragihandibû, ji bo ku dan û standin bidomin pêwîst e agirbest li Libnanê were bicihanîn.
Li Îranê enflasyonê rekorek tomar kir
Rêjeya enflasyona salane ya li Îranê meha Gulanê gihîşt asteke wisa ku ji Şerê Cîhanî yê Duyem ve mînaka wê nehatiye dîtin.
Ev yek êşên aborî yên xelkê asayî yê Îranê nîşan dide.
Di heman demê de ji ber îhtimala destpêkirina şerê bi Îsraîl û Amerîkayê re dilgiraniyeke mezin heye.
Raporeke roja duşemê ya Banka Navendî ya Îranê, mikurhatina yekem a fermî ye.
Di raporê de tê diyarkirin ku Îranî di dema kirîna kel û pelan, dayîna pereyê teksiyê an jî serdana klînîkên bijîşkî de rûbirûyî pirsgirêkên mezin dibin.
Pirsgirêka kevn a xirabiya birêvebirinê û gendeliyê bûne sedema têkçûna aboriya Îranê ya ku pişta xwe bi petrolê girê dide, her wiha welat di bin dorpêça deryayî ya Amerîkayê de ye.
Şirovekarê Siyasî Muhsîn Celîlwend anî ziman:
"Gumana min nîne eger Trump biçe (bêyî peymana fermî ya aştiyê), bi îhtimaleke mezin ji ber rewşa aborî û civakî, heta dawiya havînê em dê tiştekî wekî meha Kanûna Paşîn bibînin."
Banka Navendî ya Îranê ragihand ku pîverên meha Gulanê li gorî sala borî gihîştiye ji sedî 77,2yan û destnîşan kir ku ev rêje ji meha Nîsanê ji sedî 8,5 bilindtir e.
Enflasyona di pêdiviyên rojane û giştî yên wekî derman, kirêya teksiyê, çixare û lêçûna pêwendiyan de li gorî sala borî ji sedî 113,8 bilind bûye.
Îranê tenê sala 1942yan di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de enflasyoneke xerabtir dîtibû.
Wê demê Brîtanya û Sovyetê êrişî Îranê kiribû, dest danîbû ser xeta hesinî û dabînkirina xwarinê rawestandibû.
Kêmiya xwarinê û xirabiya cotkariyê bûbûn sedema enflasyoneke gelekî zêde û xelayê.
Birçîbûn û nexweşiya tîfosê jî bûbûn sedema mirina gelek kesan.
Enstîtuya Bamdadê ya Lêkolînên Aborî ku navendeke ne fermî ye, ev amarên niha wekî "rêjeyeke bêpêşîne ya ji piştî Şerê Cîhanî yê Duyem ve" bi nav kirin.
Banka Navendî ya Îranê ev amar qebûl nekirine.
Êrişên asmanî yên îsal zerereke zêde gihandiye kargeh û pîşesaziya petrola Îranê.
Di heman demê de dorpêçên Amerîkayê ew barên petrola xav a Îranê kirine armanc ku hewl didin bigihêjin bazarên navneteweyî.
Dahata bacê jî ji ber pirsgirêkên kargehan piştî rawestandina şer jî kêm bûye.
Tumena ku sala 2015an li beramberî dolarekî 32 hezar bû, niha gihîştiye zêdetirî 1,7 milyonan.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan meha Gulanê li ser vê rewşê hişyarî da û diyar kir:
"Bê guman em dê rûbirûyî nirxên bilindtir bibin.
Em şer dikin û divê em vê zehmetiyê qebûl bikin."
Pirsgirêkên aborî yên berê bûn sedema xwenîşandanan
Salên 2017 û 2018an, bilindbûna nirxê xwarinê bûbû sedema xwenîşandanekê ku zêdetirî 20 kes tê de hatibûn kuştin û bi sedan kes jî hatibûn desteserkirin.
Bihabûna benzînê jî bûbû sedema xwenîşandanên din ku li gorî raporan zêdetirî 300 kes tê de hatibûn kuştin.
Paşê xwenîşandanên destpêka îsal ji ber daketina nirxê tumen derketin.
Ew xwenîşandan piştî sala 1979an wekî xwenîşandanên herî tund tên dîtin.
Aborînasê ku li Tehranê dijî Seîd Leylaz hişyarî da û da zanîn dibe ku enflasyona salane ya li Îranê bigihêje ji sedî 80yî û eşkere kir:
"Civaka Îranê nikare li ber enflasyona salane ya ser ji sedî 25an li ber xwe bide."
