Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bempûrê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê di êrişa li ser hêzên ewlehiyê de 2 polîs mirin û polîsek jî birîndar bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê, li Bempûrê dema ku polîs li ser dewriyeyê bûn ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve gule li wan hatine reşandin.
Di vê gulebarînê de 2 polîs mirine û polîsek jî birîndar bûye.
Hêzên Ewlehiyê yên Îranê ragihand ku ji bo desteserkirina êrişkaran li herêmê dest bi operasyonên berfireh hatiye kirin.



