Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezayî li ser dan û standinên bi Amerîkayê re got, "Em di dan û standinan de cidî ne."
Muhsîn Rezayî li dijî îhtimala êrişeke nû ya ya li ser Îranê hişyariyên tund da û diyar kir ku dê welatê wî van şert û mercên zehmet ên heyî bi "serbilindî û hêz"ê derbas bike.
"Dê rastî surprîzeke mezintir bê"
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezayî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
“Her hesabê xelet ê dijmin ê li hemberî Îranê bi têkçûneke giran bi dawî bû.
Xeletiya paşerojê jî dê rastî eniyeke nû û surprîzeke mezintir bê.
Dê Îran vê rewşa aloz bi serbilindî û hêzê derbas bike.”
Rewşa aborî ya Îranê
Berpirsê Îranî roja şemiyê di civîna Komîteya Hevahengiya Aborî ya hikûmetê de jî anîbû zimên ku Îran di "yek ji qonaxên xwe yên herî xirab û zehmet de ye".
Rezayî dabû zanîn ku Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ji bo birêvebirina rewşa aborî û kontrolkirina şert û mercan ji her cûre hevkariyê re amade ye.
"Em di dan û standinan de cidî ne"
Rezayî bal kişand ser wan dan û standinên ku bi destpêşxeriya navbeynkaran bi Amerîkayê re tên meşandin û diyar kir ku Îran di mijara hevdîtinan de cidî ye.
Rezayî got, “Em di dan û standinan de cidî ne. Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî di vê pêvajoyê de piştgiriyê dide hikûmetê.”
Dorpêç û cezayên Amerîkayê
Ji bilî dorpêça deryayî û asmanî ya Amerîkayê ya li ser Îranê, cezayên wê yên aborî jî didomin.
Bi girankirina cezayan re zexta li ser aboriya Îranê zêde dibe.
Her wiha bihayê kel û pelan bilind dibe û riyal li beramberî pereyên biyanî qîmeta xwe ji dest dide.
Serokerkanê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê Elî Ebdulahî û Fermandarê Artêşa Îranê Emîr Hatemî jî 5ê Çiriya Pêşîn a 2026an li hemberî îhtimala êrişeke li ser Îranê hişyarî dabûn.
Li aliyê din Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kiribû ku dê şerê bi Îranê re "di demeke nêzîk de" bi dawî bibe.
Trump di heman demê de qala wê îhtimalê jî kiribû ku dibe careke din êrişeke leşkerî li ser Îranê were kirin.



