Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê ragihand, heta ku 7 mercên wan ên li ser bingeha lihevtêgihiştina Îslamabadê neyên bicihanîn, Tengava Hurmizê nayê vekirin.
Serokê Parlamentoya Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di gotara destpêkirina rûniştina parlamentoyê de ku bi awayê online hat kirin da zanîn ku “Amerîkî li hemberî berxwedana gelê Îranê bêçare mane.”
Mihemed Baqir Qalîbaf anî zimên:
"Amerîkiyan van demên dawiyê bi rêya navbeynkaran hinek pêşniyar pêşkêş kirine.
Divê ew fêm bikin ku dema xerckirina demê û ferzkirina daxwazên yekalî bi dawî bûye."
Qalîbaf li ser helwesta Tehranê ya têkildarî Tengava Hurmizê got:
"Helwesta Komara Îslamî ya Îranê bi temamî zelal e, heta ew her 7 mercên me yên li ser bingeha lihevtêgihiştina Îslamabadê neyên bicihanîn, Tengava Hurmizê nayê vekirin."
Serokê Parlamentoya Îranê li ser siyaseta Amerîkayê her wiha got:
"Dijmin rojekê behsa dan û standin û peymanê dike, rojekê gefa şer û wêranbûnê dixwe û roja din jî îdiaya navbeynkariyê dike.
Armanca wan ew e ku di biryardana berpirsên Îranê de tevliheviyê derxînin lê xeyala wan pûç e.
Îran welatekî wisa nîne ku siyaset û ewlehiya xwe ya neteweyî bi tweet an jî daxuyaniyên rojane yên berpirsên Amerîkayê saz bike.
Kiryarên rasteqîn ên dijmin dê bibin bingeha pêngavên me."
"Em hem şer dikin hem jî dan û standinê"
Qalîbaf li ser hevsengiya şer û dîplomasiyê jî wiha axivî:
"Em şer jî dikin û dan û standinê jî. Em bi hemû hêza xwe li qada leşkerî amade ne û em amûrên dîplomasiyê jî ji bo çespandina serdestiya xwe û ferzkirina mafên gelê Îranê bi kar tînin.
Min gelek caran gotiye ku ew kesê ku xwe ji bo şer amade kiribe, di dan û standinan de bi ser dikeve."
Mihemed Baqir Qalîbaf di beşeke din a axaftina xwe de qala rewşa Îsraîlê kir û got ku êrişa 7ê Çiriya Pêşîn "têkçûneke bêtezmîn" bûn ji bo wan û got:
"Stûnên bîrdoziya ewlehiya neteweyî ya wî rejîmê rûxîn e û bi ti operasyon û budceyê nayên nûkirin.
Li cem raya giştî ya cîhanê jî rûreş bûye. Ew rejîma ku bi salan bû îdiaya hêza xurt û îstixbarata têkneçûyî dikir, îro di nava çiravekê de asê maye."
Qalîbaf di dawiyê de anî zimên ku “avahiya ewlehî û nasnameyî ya Îsraîlê hilweşiyaye û tevî piştgiriya bêhempa ya Amerîkayê jî nikare wê têkçûnê tezmîn bike.”



