Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê spasiya hewlên Pakistanê kir ku di navbera Îran û Amerîkayê de navbeynkariyê dike ku bigihêjin peymanekê.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan her wiha tekezî li pêbendiya Îranê ya dîplomasiyê kir.
Mesûd Pizîşkiyan li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir û diyar kir ku ew bi rêya telefonê bi serokwezîrên Malezya û Pakistanê re axiviye.
Pizîşkiyan di van pêwendiyan de pêbendiya Îranê ya dîplomasiyê ducare kiriye.
Pizîşkiyan li ser naveroka pêwendiyan got:
"Di dan û standinên min ên bi serokwezîrên Malezya û Pakistanê re yên ji bo pîrozkirina Cejna Qurbanê de, min tekezî li pêbendiya Îranê ya dîplomasiyê kir.
Min her wiha spasiya helwestên mirovî yên Malezyayê û destpêşxerî û hewlên bibandor ên Pakistanê kir ku ji bo gihîştina peymanekê dide."
Serokkomarê Îranê destnîşan kir ku siyaseta Îranê bipêşxistina hevkariyên bi welatên Misilman û cîran re ye.
Şer û agirbest
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li Îranê 28ê Sibata îsal dest pê kiribû û 40 rojan berdewam kiribû û 8ê Nîsanê di navbera aliyan de agirbest hatibû ragihandin.
Piştî ragihandina agirbestê, Pakistan di navbera Amerîka û Îranê de navbeynkariyê dike ku her du welat ji bo bidawîanîna şer bigihêjin peymanekê.
11ê Nîsanê li Îslamabada paytexta Pakistanê di navbera Îran û Amerîkayê de gereke dan û standinan hat sazkirin lê ti encam jê derneketin.
Peymana 60 rojî li benda Trump e
Çend berpirsên Amerîkayî doh ji Rûdawê re ragihand ku dan û standinkarên Amerîka û Îranê li ser lihevtêgihiştineke 60 rojî li hev kiriye.
Ev peyman ji bo dirêjkirina agirbestê û destpêkirina dan û standinên li ser bernameya nukleerê ya Îranê ye.
Lê belê Serokê Amerîkayê Donald Trump hîn razîbûna xwe ya dawî nedaye û ji bo fikirînê daxwaza "çend rojan" kiriye.
