Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Îranê 3 xwenîşanderên din îdam kirin.
Bi vî rengî, di nava hefteyekê de hejmara xwenîşanderên ku hatine îdamkirin gihîşt 5an.
Li gorî Ajansa Mîzanê, Hesen Dîvband, Hemîd Kazimî û Riza Zengene li bajarê Kerecê hatin îdamkirin.
Ev yek piştî pesendkirina Dîwana Bilind pêk hat.
Dadweriya Îranê ev her sê kes bi çendîn tometan tawanbar kirin.
Di nav wan de “êrişên çekdarî yên li dijî saziyên dewletê û xerakirina trafoyekê” hene.
Her wiha ew bi “şewitandina tesîsên giştî û sîxuriya ji bo Amerîkayê û Îsraîlê” jî hatin tawanbarkirin.
Ev rûdan di xwenîşandanên dijî hikûmetê yên meha kanûna paşîn de qewimîbûn.
Di wan xwenîşandanan de ji ber destwerdana bixwîn a hêzên ewlehiyê bi hezaran kesî canê xwe ji dest dabû.
Her çend çalakî hatibin tepisandin jî zext û îdamên li Îranê didomin.
Hejmara kesên rûbirûyî îdamê bûne
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya li Osloyê, herî kêm 36 kes bi hinceta van xwenîşandanan rûbirûyî cezayê îdamê bûne.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê jî ev hejmar herî kêm 106 kes in.
Roja sêşemê jî 2 kesên bi navên Emîrhuseyn Melekî û Emîrhuseyn Îbrahîmî hatibûn îdamkirin.
Cezayê îdamê yê xwenîşanderê Kurd hat pesendkirin
Li aliyê din, rêxistineke mafên mirovan ragihand ku Dîwana Bilind a Îranê roja duşemê cezayê îdamê yê Kurdekî pesend kiriye.
Ew Kurdê bi navê Arman Marîfetî di dema xwenîşandanên meha kanûna paşîn de li Tehranê hatibû girtin.
Arman Marîfetî beriya ku bê girtin li hala sebzeyan a Tehranê dixebitî.
Ew meha Hezîranê ji Girtîgeha Mezin a Tehranê veguhestibûn Girtîgeha Qizil Hesar a Kerecê.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), Marîfetî hîn jî li wir girtî ye.
2 Kurdên din hatibûn îdamkirin
Tohmetbarên din ên ku di heman dozê de bi Arman Marîfetî re dihatin darizandin, 2 Kurdên ji bajarê Qurweyê yê parêzgeha Kurdistanê bûn.
Navên wan Aşkan Melekî û Mehrdad Mihemedînî bû. Ew her du kes 1ê Hezîranê hatibûn îdamkirin.
Dadweriya Îranê îdamkirina her du kesan piştrast kiribû.
Ew bi "bi qestî şewitandina mizgeftekê û zererdayîna mal û milkên giştî” hatibûn tawanbarkirin.


.webp&w=3840&q=75)
