Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî payebilind ê Îranê ji ajansa Reutersê re ragihand ku welatê wî bi rêya Qeterê pêşniyazeke nukleerê ku ji 7 mercan pêşkêşî Amerîkayê kiriye.
Lê heman berpirsî tekez kir ku gotûbêjkirina li ser vê pêşniyazê tenê piştî wê yekê dibe ku Washington her heft pêşmercên Tehranê bi cih bîne.
Wî berpirsê Îranî yê ku nexwest navê wî were eşkere kirin da zanîn ku îdareya Amerîkayê mijûlî nirxandina pêşniyazê ye lê amade nebû ku hûrgiliyên zêdetir li ser naveroka wê eşkere bike.
"Heta merc neyên bicihanîn em Tengava Hurmizê venakin"
Di heman demê de, Berpirsê Payebilind ê Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Mohsen Rezaî di serdana xwe ya Moskoya paytexta Rûsyayê de daxuyaniyek da.
Rezaî got, "Di meseleya dîplomasiyê de me heft merc gihandine Amerîkayiyan.
Heta ku ew wan heft mercên me bi cih neynin, em ne Tengava Hurmizê vedikin û ne jî ti dan û standinan dikin."
Daxwazên sereke yên Tehranê
Daxwazên sereke yên Tehranê ev in:
- Rakirina tam a cezayên Amerîkayê
- Serbestberdan darayî û pereyên cemidandî yên Îranê
- Qerebûkirina ziyanên şer
Ev daxwaz di demekê de ne ku Washington pêdagir e ku divê bernameya nukleerê ya Îranê ji serî ve bibe parçeyekî sereke yê her pêvajoya dan û standinan.
Ev gava dîplomatîk di demekê de tê avêtin ku navbeynkarên navneteweyî hewlên xwe yên ji bo bidawîanîna şer zêde kirine da ku pevçûn ji nû ve rû nedin.
Bi taybetî piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump egera destpêkirina êrişên leşkerî ji dûr nabîne, Tehranê jî di egera destpêkirina şer de ragihandiye ku planeke wan tolhildanê ya berfirehtir amade kiriye.

.webp&w=3840&q=75)

