Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremîniya ragihand ku di egera êrişeke nû ya Amerîkayê de ew dê bersiveke berfirehtir û bihêztir bidin.
Mihemed Ekremîniya hişyarî da û got ku di rewşeke wiha de dê şer tenê bi herêma Rojavayê Asyayê re sînordar nemîne.
Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremîniya li ser gefên êrişê yên Amerîkayê daxuyanî da.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehrê ya Îranê, Ekremîniya beşdarî bernameyeke radyoyê bûye û pêşhatên di rojevê de nirxandine.
Şiyanên parastin û êrişê hatine zêdekirin
Ekremîniya diyar kir ku amadehiyên li hemberî êrişên gengaz ên Amerîkayê didomin.
Wî da zanîn ku şiyanên parastin û êrişê yên Hêzên Çekdar ên Îranê hatine zêdekirin.
Her wiha wî eşkere kir ku "lîsteya armancên dijmin" hatiye nûkirin.
Berdevkê Artêşa Îranê destnîşan kir ku heke Amerîka êrişeke nû pêk bîne dê bersiva Îranê ji ya berê berfirehtir be û got:
"Her êrişeke nû ya Amerîkayê dê bi bersiveke berfirehtir, rûxîner û bilez a ji ya berê re rûbirû bimîne.
Di egera şerekî nû de, dê erdnîgariya pevçûnan tenê bi herêma Rojavayê Asyayê re sînordar nemîne."
Fermana Xamineyî ya ji bo berpirsên leşkerî
Li aliyê din, hatibû ragihandin ku Rêberê Îranê Ayetulah Mucteba Xamineyî 31ê Çiriya Pêşîn bi berpirsên bilind ên leşkerî re civiyaye.
Hatibû diyarkirin ku Xamineyî li ser bersivdayîna êrişên gengaz ferman daye.
Serokerkanê Giştî Elî Ebdullahî, Fermandarê Artêşa Îranê Emîr Hatemî û Fermandarê Artêşa Pasdaran Ehmed Wahîdî jî di nav de gelek berpirsên bilind ên leşkerî beşdarî wê civînê bûbûn.
Hatibû destnîşankirin ku Xamineyî ferman daye da ku li hemberî her cure êrişeke li ser Îranê bersiveke "bilez, bibandor û bê sînorên erdnîgarî" were dayîn.



