Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser gefên êrişan ên Amerîkayê got, "Em dê li hemberî gefan serî netewînin û amadehiya me ya parastinê ji ya şerên berê zêdetir e."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di çarçoveya Civîna 52yan a Konseya Wezîrên Karên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî de li Bexdaya paytexta Îraqê bû.
Ebas Eraqçî li wê derê pirsên rojnamegeran bersivandin.
"Em dikarin xwe biparêzin"
Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku welatê wî ji bo parastina xwe amade ye û got:
"Em dê li hemberî gefan serî netewînin. Amadehiya me ya parastinê ji ya şerên berê zêdetir e.
Me tecrubeyên gelekî giranbiha bi dest xistine û em bi temamî di wê rewşê de ne ku dikarin xwe biparêzin."
Plana ji 7 qonaxan
Eraqçî destnîşan kir ku ew ji bo êrişeke nû amade ne.
Wî di heman demê de ew peyam ducare kir ku ew ji bo dîplomasiyê jî amade ne.
Eraqçî da zanîn ku welatê wî plana xwe ya 7 rojan a ji 7 qonaxan pêk tê li New Yorkê pêşkêş kiriye.
Li gorî gotina wî, wî di civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî de jî eynî plan aniye zimên.



