Hewlêr (Rûdaw) - Jina bi navê Mehbûbe Şebanî ya ku bi motorsîkletê alîkariya xwenîşanderên birîndar kiribû, bi cezayê darvekirinê hat cezakirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê bi raporekê eşkere kir ku Mehbûbe Şebaniya 33 salî ji aliyê Liqa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê ve hatiye cezakirin.
Dadgehê bi tohmeta "endamtiya komên mixalefetê" cezayê darvekirinê da vê jina ciwan.
Bi tundiyeke zêde hatibû desteserkirin
Mehbûbe Şebanî destpêka sala 2026an tevlî xwenîşandanan bûbû û bi motorsîkleta xwe alîkarî digihand xwenîşanderên birîndar.
Hêzên Artêşa Pasdaran a Îranê êvara 2yê Sibata îsal li Meydana Azadiyê ya Meşhedê bi tundiyeke zêde ew desteser kir.
Hêzên ewlehiyê dest danî ser motorsîkleta wê û piştî demeke kurt ew veguhast Girtîgeha Vekîlabadê.
Parêzerên wê hatin agahdarkirin
Darizandina Mehbûbe Şebaniyê 1ê Îlona 2026an ducare hat lidarxistin û ew dîsa şandin girtîgehê.
Li gorî agahiyan, doh parêzerên wê hatin agahdarkirin ku cezayê darvekirinê yê li ser wê gihîştiye qonaxa fermî û hatiye pesendkirin.



.webp&w=3840&q=75)