Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Îranî Hemîd Resayî ku yek ji dijberên herî tund ên dan û standinên bi Amerîkayê re ye, bi tohmeta belavkirina "derewan" bi 10 mehan hat cezakirin.
Resayî îro dest bi kişandina cezayê xwe kir. Hemîd Resayî her wiha li dijî endamê dan û standinan ê sereke yê Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî derdiket.
Hemîd Resayî nûnerê Tehranê ye û nêzîkî baskê tundrew ê bi navê "Peydarî" ye.
Wî di rûniştina parlamentoyê de eşkere kir ku ev doz li ser giliyê serokkomarên berê Hesen Rûhanî û yê niha Mesûd Pizîşkiyan, Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf û sekreteriya berê ya Desteya Ewlehiya Niştimanî hatiye vekirin.
Resayî dema birêvebirê hefteynameyekê bû ev nivîsên mijara dozê belav kiribûn.
"Cezayê min siyasî ye"
Resayî destnîşan kir ku cezayê wî rasterast girêdayî giliyê Qalîbaf e.
Ev gilî ji ber daxuyaniyên hefteynameya "9 Dey"ê hatibû kirin ku berê Resayî birêvebirê wê bû.
Hemîd Resayî got, "Min cezayê 10 meh girtîgehê wergirtiye."
Wî anî zimên ku biryar bi awayekî fermî gihîştiye destê wî û ew dê xwe radestî rayedaran bike.
Resayî ev biryar wekî "siyasî" nirxand lê got ku ew dê pêbendî biryarê bibe.
Nakokiyên li ser dan û standinên bi Amerîkayê re
Resayî û parlamenterên din ên nêzîkî Eniya Peydariyê bi tundî li dijî dîplomasiya nû ya bi Amerîkayê re derdikevin.
Îran ji ber şer, gendelî û dorpêçan di nav krîzeke aborî ya kûr de ye.
Resayî gelek caran hewldanên dan û standinên bi Washingtonê re rexne kiribû.
Parlamenterên din ên heman baskê tundrew jî hikûmetê tohmetbar dikin ku di mijara dan û standinan de parlamentoyê li derveyî pêvajoyê dihêle.
Resayî di hezîranê de ji Qalîbaf re gotibû:
"Birêz Qalîbaf, hiştina şopa te ya li ser dîwarê dan û standinên bi Amerîkayê re şaşiyek e.
Heta Zerîf û Rûhanî jî ku hostayê dayîna tawîzan bûn, di dan û standinan de tiştekî biçûk jî bi dest nexistin. Vê şaşiyê ducare meke."
Projeya vekirina Tengava Hurmizê
Tundrewan bi tundî rexne li Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî û Qalîbaf girtin.
Ev rexne piştî wê yekê zêde bûn ku Tehranê pêşniyareke nû kir.
Li gorî vê pêşniyarê, eger Washington dorpêça deryayî rake û cezayan sivik bike, Tehran dikare Tengava Hurmizê veke û dan û standinan bide destpêkirin.
Lê belê hinek tundrew dibêjin ku divê Îran Tengava Hurmizê girtî bihêle da ku guvaşêî li bazarên enerjiya cîhanê bike û tawîzên mezintir ji rêveberiya Trump wergire.
"Edalet tenê ji bo siyasetmedaran heye"
Hemîd Resayî îro di axaftina xwe de careke din Serokkomarê Mesûd Pizîşkiyan rexne kir.
Wî Serokkomarê Îranê tohmetbar kir ku nîşanên nermbûnê dide Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Resayî da zanîn ku cezayê wî ne adilane ye. Li gorî gotina wî, gelek kesên din bi heman tohmeta "belavkirina derewan" hatine darizandin lê li şûna zindanê tenê bi pereyan hatine cezakirin.
Resayî got, "Bi baweriya min, daraz wê demê dibe darazeke rasteqîn ku li dijî kesayetên bihêz ên siyasî, gendelkarên aborî, bankên gendel û wan kesên bêşerm ên ku pereyê xelkê didizin gavan biavêje."
Cezakirina Resayî di demekê de ye ku li Tehranê li ser siyaseta li hemberî Amerîkayê tekoşîneke navxweyî heye.
Gelek rojnameger û siyasetmedar hatin cezakirin
Li hêla din, rayedarên Îranê li dijî çend şîrovekarên siyasî û rojnamegeran jî biryarên nû dan.
Şîrovekar Ebas Ebdî ji ber gotarekê salek ceza wergirt û xebata rojnameya Etemadê jî 2 mehan hat rawestandin.
Profesorê Zanîngeha Tehranê Sadiq Zîbakelam ji ber hevpeyvînekê salek cezayê zindanê wergirt û 2 salan qedexeya karkirinê li ser hat danîn.
Parlamenterê berê Hîşmetula Felahetpîşe jî ji ber nivîsên xwe yên li ser medyaya civakî hat darizandin.
Wî jî salek cezayê zindanê wergirt ku ev ceza ji bo 5 salan hat paşxistin û her wiha cezayê pereyan jî lê hat birîn.


.webp&w=3840&q=75)
