Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê ragihand ku heta dorpêçên li ser benderan neyên rakirin, pereyên wan ên hatine astengkirin neyên dayîn û dorpêça petrolê bi dawî nebe, Tengava Hurmizê nayê vekirin.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di civîna Parlamentoya Îranê de ya ku bi rêya onlineyê bi rê ve çû axivî.
Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku heta gef û operasyonên leşkerî li hemû eniyan ranewestin, ew Tengava Hurmizê venakin.
Serokê Parlamentoya Îranê got ku hêzên çekdar ên Îranê bi "operasyonên zîrek" û di bin birêvebirî û serkêşiya Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî de "li devê dijmin xistiye."
Qalîbaf her wiha anî zimên ku hemû cîhanê serkeftina wan qebûl kiriye.
Li gorî gotina Qalîbaf, peyman û agirbestê derfet daye wan ku aboriya xwe xurt bikin û şiyana xwe ya parastinê nû bikin.
Qalîbaf destnîşan kir ku welatê wî "ji bo bersiva her gav û destdirêjiyeke dijmin amade ye û dê şikestineke girantir bi ser wan de bîne."
Rexneya li bihayê benzînê
Serokê Parlamentoya Îranê bal kişand ser bihayê benzînê û rexne li hikûmetê girtin û got ku hikûmetê ji bo bihakirina benzînê biryareke bêhesab daye.
Qalîbaf her wiha îdia kir ku dijminan plan kiriye ku ji vê biryara hikûmetê ya di warê benzînê de sûdê wergire.
Serokê Parlamentoya Îranê di dawiyê de rexne li saziya radyo û televîzyonê ya Îranê jî girtin û anî zimên ku rola wê saziyê ji her demê girîngtir e lê heta niha serkeftina pêwîst bi dest nexistiye.
.webp&w=3840&q=75)


