Hewlêr (Rûdaw) - Ebas Eraqçî ragihand ku dijber û astengê herî mezin ê li pêşiya bicihanîna lihevtêgihîştina Îran û Amerîkayê, Îsraîl e û heta niha jî hewl dide wê lihevtêgihîştinê têk bibe.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Tehranê beşdarî civîna 39emîn a berpirsên perwerdeyê yên Îranê bû.
Ebas Eraqçî li wê derê qala êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê kir û got:
"Ev şer, di dîrokê de şerekî jibîrnekirî bû.
Gelê Îranê li beramberî artêşa herî mezin a cîhanê, li gel artêşeke din ku wê jî bangeşeya hêzê dikir, bi hevkarî û piştgiriya nêzîkî hemû welatên Rojava û hinek welatên din ên herêmê û derveyî herêmê, 40 rojan li ber xwe da."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir, "Wan li Îranê xist lê nekarî bigihêjin armanca xwe."
Li gorî gotina Eraqçî, Îranê di qada şer û di qada dîplomasiyê de jî serkeftin bi dest xistiye û anî zimên:
"Me bi hêz şer kir û me bi hêz jî dan û standin kir.
Dîsa ez vê gotinê di vê civînê de tînim ziman, gelek wezîrên karên derve yên welatan ji min re got, we şer û dîplomasî qezenc kir."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê eşkere kir ku dîplomasî û qada şer di hevahengiyeke temam de ne.
Wî da zanîn ku dîplomasî bi pişbestina bi hêza parastinê û leşkerî, destkeftiyên qada şer ji bo parastina ewlehî û berjewendiyên niştimanî yên gelê Îranê bi cih dike.
"Îsraîl asteng e"
Eraqçî amaje bi lihevkirina Îran û Amerîkayê û îmzekirina lihevtêgihîştina di navbera her du welatan de ya ji bo çareserkirina nakokiyên wan kir û ragihand ku Îsraîl dijber û astengê herî mezin ê li pêşiya bicihanîna lihevtêgihîştinê ye.
Wezîrê Îranê di wê baweriyê de ye ku "dijber û astengê herî mezin ê li pêşiya bicihanîna lihevtêgihîştinê rejîma Siyonîst e."
Eraqçî got, "Wan hemû hewlên xwe dan da ku lihevtêgihîştineke wiha neyê holê.
Wan hemû hewlên xwe dan ku ev lihevtêgihîştin têk biçe û neyê bicihanîn.
Ew heta niha jî di van hewlên xwe de berdewam in."
Her wiha Eraqçî bal kişand ser kuştina Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ya di êrişeke hevbeş a Amerîka û Îsraîlê de û got:
"Em ti carî vê xwînê ji bîr nakin, em nabihûrin û em dê li pey mafê xwe bin."

.webp&w=3840&q=75)

