Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR)) ragihand ku di nava 16 rojan de li Îranê 58 girtî hatine îdamkirin.
IHRyê li ser binpêkirina mafên mirovan a li Îranê raporeke nû weşand.
Ev rapor bûyerên di navbera 23 û 30yê Tîrmeha 2026an de li xwe digire.
Li Îsfehanê 2 girtî hatin bidarvekirin
Di raporê de hat ragihandin ku 28ê Tîrmehê 2 girtiyên din jî hatine bidarvekirin.
Ew girtî bi navên Ebulfazil Sîpahî Bacanî û Emîr Huseyîn Seferî Huseyînabadî bûn.
Hat diyarkirin ku ew her du girtî li bajarê Îsfehanê hatine bidarvekirin.
Zêdetirî hezar û 500 girtî ketibûn grevê
Raporê her wiha bal kişand ser greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Qizilhesarê.
Hat destnîşankirin ku zêdetirî hezar û 500 girtî tevlî wê grevê bûbûn û grevê 16 rojan ajot.
Girtiyan piştî hevdîtina bi birêvebirên girtîgehê û meqamên dadê re greva xwe bi dawî kir.
Amarên darvekirinan
Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, Tîrmeha 2026an tenê di nava 16 rojan de li girtîgehên cuda yên Îranê herî kêm 58 kes hatine darvekirin.



