Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê, 15 kes bi tohmeta endamtiya rêxistineke çekdar hatin desteserkirin.
Birêvebiriya Îstixbaratê ya Sîstan-Belûçistanê li ser operasyonan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 4 şaneyên operasyonel ên girêdayî komên "tekfîrî-terorîst" hatine tesbîtkirin.
Li gorî daxuyaniyê ew şaneyên operasyonel dema derbasî nav welêt dibûn hatine tesbîtkirin û hi holê hatine rakirin.
Li 7 bajaran operasyon hatin kirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li bajarên Zahîdan, Çabehar, Îranşar, Xaş, Teftan, Nîkşar û Qesrqendê yên parêzgehê operasyon hatine lidarxistin.
Di çarçoveya wan operasyonan de 15 endamên şaneyên navborî hatin desteserkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku di encama operasyonê de gelek cebilxane ketiye destê hêzên ewlehiyê.



