Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku ew ji şer re amade ne lê divê ji bo berjewendiyan amûrên dîplomasî û dan û standinê jî werin bikaranîn.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamek belav kir û pêşhatên piştî êrişên Amerîkayê nirxandin.
Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku ew li gel Amerîkayê di nav têkoşîneke hebûn û tunebûnê de ne û destnîşan kir ku armanca Washingtonê hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê û parçekirina wê ye.
Mihemed Baqir Qalîbaf anî zimên:
"Divê em her tim ji şer re amade bin. Ji bo parastina ewlehî û berjewendiyên xwe yên niştimanî, eger pêwîst be divê em di berdêla canê xwe de têbikoşin.
Li gel vê yekê, ji bo pêkanîn û mayîndekirina berjewendiyên xwe, divê em amûrên dîplomasî û dan û standinê jî bi kar bînin."
Qalîbaf bal kişand ser hevahengiya di navbera rêbazên leşkerî û dîplomasiyê de û li pey çû:
"Şer jî û dan û standin jî 2 rêbazên parastina berjewendiyên niştimanî ne.
Wekî ku min gelek caran gotiye, di vê qonaxê de dan û standin nayê wateya teslîmbûnê."
"Ewlehiya me bi Tengava Hurmizê ve girêdayî ye"
Berpirsê Îranî li ser peymana bi Amerîkayê re jî axivî û eşkere kir ku peymanek tenê dema ku bendên wê di meriyetê de bin watedar e û got eger welatê wî ji peymanê sûdê nebîne, sedem nînin ku ew pêbendî peymanê bimînin.
Qalîbaf tekez kir ku Hêzên Çekdar ên Îranê “ji bo bersivdayîna êrişên dijmin” xwedî azadiya tevgerê ne.
Qalîbaf behsa girtina Tengava Hurmizê ya di şerê 40 rojî de kir û wiha nirxand:
"Îro ewlehiya me ya niştimanî bi parastina pergala Îranî ya li Tengava Hurmizê ve girêdayî ye.
Divê derbasbûna keştiyên bazirganî bi awayekî herî ewle û bêzerer were dabînkirin.
Bi vî awayî ev derbasbûn dê bibe alîkarê ewlehiya Îranê."
Qalîbaf di dawiyê de ragihand ku ew dê tekez tola Rêberê berê Elî Xaminêyî hilînin û bangî gelê xwe kir ku yekîtiya xwe biparêzin.



