Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê piştrast kir ku li nêzîkî bajarê Sîrîkê yê li başûrê Îranê dengê çend teqînên bihêz hatiye bihîstin lê heta niha sedema wan teqînan nayê zanîn.
Medyaya fermî ya Îranê belav kir ku li devera Kerpanê ya bajarê Sîrîkê yê parêzgeha Hurmizganê ya başûrê Îranê çend dengên bihêz hatine bihîstin.
Heta niha çavkaniya wan dengên bihêz nayê zanîn lê medyaya Îranê wekî "teqîn" behsa wan dike.
Bajarê Sîrîkê li beravên Deryaya Umanê û li destpêka Tengava Hurmizê ye û nêzîkî 80 kîlometreyan li başûrê Mînabê ye.
Ew dever di dema şerê 40 rojî de jî çendîn caran ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatibû armancgirtin.



