Hewlêr (Rûdaw) - Mesûd Pizîşkiyan da zanîn, rewşa ne şer û ne aştî rewşa herî xirab e ku Îran tê de ye.
Mesûd Pizîşkiyan her wiha got, "Ji bo destpêkirina gotûbêjan, pêwîst e Amerîka dest ji zordarî û destdirêjiyên xwe berde."
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di merasîma Roja Niştimanî ya Hinardekirinê ya Îranê de gotarek pêşkêş kir.
Pizîşkiyan li ser aloziyên di navbera Tehran û Washingtonê de ragihand:
"Em ne li pey şer in lê bi ti awayî em naçin bin barê zor û zordariyê."
Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku “rewşa ne şer û ne aştî rewşa herî xirab e ku heta niha Îran tê de ye” û ragihand:
"Ev ne di berjewendiya me de ye, ne jî di berjewendiya Amerîkayê de ye."
Serokkomarê Îranê amaje bi kuştina Elî Xamineyî kir û got, Îranê xwestiye bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bike lê Amerîkayê di bersivê de rêberê wan kuştiye.
Mesûd Pizîşkiyan red nake ku Îran li pey dan û standinan e û anî ziman:
"Divê Amerîka mafên gelê me nas bike, dest ji zordarî û destdirêjiyên xwe berde, wê demê em dikarin li kêleka hev rûnin û bi hêsanî gotûbêjan bikin."
Ji bilî êrişa rasterast a şerê 40 rojî ku 28ê Sibata 2026an dest pê kir, Amerîkayê cezayên herî giran û dorpêça deryayî bi ser Îranê de sepandiye.
Pizîşkiyan ev yek jî eşkere kir û da zanîn, "Nabe ku hemû rêyan bigirin, gefan bixwin û di heman demê de gotûbêjê jî bixwazin."
"Dan û standina me ya bazirganî kêm bûye"
Serokkomarê Îranê qala wê yekê kir ku beriya dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên welatê wî, ji sedî 75ê dan û standina wan a bazirganî bi rêya deryayê bû, "lê niha girtine û rê nadin me".
Mesûd Pizîşkiyan destnîşan kir ku wan alternatîfek ji bo rêya dan û standina bazirganî peyda kiriye û got:
"Niha em tenê ji sedî 25 bi paş ketine, tevî hemû wan cezayên ku hene, kêmbûna dan û standina me ya bazirganî ji sedî 75an daketiye ji sedî 25an û ji sedî 50yê din hatiye tezmînkirin."
Di çarçoveya cezayên Amerîkayê de nabe ku ti welatek dan û standina bazirganî bi Îranê re bike, eger ne wisa be dê ceza wan jî li xwe bigire.
Serokkomarê Îranê amaje bi wê yekê kir:
"Washington zextê li welatan dike ku rêya bejayî jî li me were girtin û dan û standina wan a bazirganî bi me re nemîne."
Wekî ku Pizîşkiyan dibêje, tevî ku welatên cîranên wan nikarin li beramberî Amerîkayê bisekinin jî lê ew alîkariya Îranê dikin û dan û standina wan a bazirganî berdewam dike.
Washingtonê dorpêçeke asmanî û deryayî ya bêpêşîne bi armanca çikandina hemû çavkaniyên darayî bi ser bender û geştên asmanî yên Îranê de sepandiye.
Li beramberî vê yekê Îran jî banga berdewamiya girtina Tengava Hurmizê dike ku vê yekê jî bandor li bihayê cîhanî yê sotemeniyê kiriye.



