Hewlêr (Rûdaw) –Mucteba Xamineyî di peyama xwe ya ji bo şîn û veşartina termê bavê xwe Elî Xamineyî de got, "Tolhildan daxwaza miletê me ye û dê tekez bi cih were."
Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî her wiha diyar kir ku mirina bavê wî dê bêbersiv nemîne.
Mucteba Xamineyî li ser hesabên xwe yên torên civakî peyamek belav kir û destnîşan kir ku ew dê li ser rêya Elî Xamineyî bimeşe û anî ziman:
"Tolhildan daxwaza miletê me ye û dê tekez bi cih were.
Mirovên azad ên cîhanê dê di demeke nêzîk de beşek ji vê erkê îlahî bi cih bînin."
'Em soz didin ku em dê tola te hilînin'
Mucteba Xamineyî di daxuyaniya xwe de ji bo wan kesên ku bi bavê wî Elî Xamineyî re di her du şeran de hatine kuştin jî soza tolhildanê da.
Xamineyî di peyamê de her wiha da zanîn:
"Em soz didin ku em dê ji bikujên tawanbar, tola şehîdên her du şeran û xwîna te ya paqij hilînin.
Ev tawanbarên ku ji serî heta dawiya lîsteyê cih digirin, dê hesreta mirineke aram a di nav nivînên xwe de bi xwe re bibin gorê.
Divê ew zanibin ku ev mijar bi hebûna min an jî berpirsên din ve ne girêdayî ye. Em hebin an nebin jî dê ev yek pêk bê."
Daxuyaniya Mucteba Xamineyî, piştî merasîma veşartina termê Elî Xamineyî bû yek ji wan peyamên yekem ên balkêş ku ji aliyê birêvebiriya Îranê ve hatiye dayîn.



_(1).webp&w=3840&q=75)