Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bûşehrê û nêzîkî bajarê Çuxadekê yê Îranê dengê 2 teqînên bihêz hat bihîstin.
Ajansa Mehrê ya Îranê piştrast kir ku şêniyên herêmê û gundan dengê teqînan bihîstiye.
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku li nav bajarê Bender Ebasê jî dengê çend teqînan hatiye bihîstin.
Li gorî agahiyên medyaya fermî ya Îranê, di 2 şevên borî de artêşa Amerîkayê çend caran êrişî başûrê Îranê kiriye.
Di encama van êrişan de hejmarek Pasdar û sivîl mirin û zerereke mezin a madî jî çêbû.
Washingtonê pêngaveke nû û berfireh a bombebaranan li Îranê da destpêkirin.
Ev yek piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî fermî bidawîhatina agirbesta di navbera her du welatan de ragihand.
Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan di gera nû ya êrişan de nêzîkî 90 armancên leşkerî yên li nav axa Îranê bombebaran kirine.
Di nav wan armancan de pergalên parastina asmanî, dezgehên çavdêriya beravên deryayê, depoyên mûşek û dronan, şiyana hêza deryayî û binesaziya lojîstîk a leşkerî ya li seranserî beravên Îranê hene.
Îranê bersiv da
Li hemberî vê yekê, Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi mûşek û dronan êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê kiriye.
Medyaya Îranê diyar kir ku êrişên Amerîkayê pireke girîng a trênê ya li bakurrojhilatê Îranê û baregeheke leşkerî ya li bajarê Bûşehrê rûxandine.
Serokê Navenda Pêwendiyên Giştî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Husên Kermanpûr ragihand ku êrişên asmanî yên Amerîkayê di 2 şevên borî de 5 parêzgeh dane ber xwe û ji ber wê 14 kes mirine.
Husên Kermanpûr li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsî:
“Tevî agirbestê jî Amerîkayê rojên 7 û 8ê Tîrmehê 5 parêzgehên Îranê bombebaran kirin.
Di encamê de 14 kes mirin û 78 kes jî birîndar bûn.”
Kermanpûr da zanîn ku 47 birîndar hîn li nexweşxaneyan in û tedawî dibin, yên din jî piştî tedawiya destpêkê şandine malên wan.
_(1).webp&w=3840&q=75)

