Hewlêr (Rûdaw) - Mucteba Xamineyî di peyamekê de ji bo gelê welatê xwe ragihand, her çi qas di bingehê de nêrîneke wî ya cuda hebûye jî lê ji ber wan dilniyayî û pêbendiyên ku Serokkomar dane wî, wî destûra îmzekirina peymana lihevtêgihîştinê ya Îran û Amerîkayê daye.
Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî di peyama xwe de destnîşan kir ku gihîştina bi vê qonaxê encama hewla berpirsên navxwe bûye û got:
"Aliyê Amerîkayî ji ber neçariyê serî li her cure amûr û zextan daye ku bigihêjin vê peymanê."
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê eşkere kir ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan wekî serokê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî soz daye wî ku dê mafên gelê Îranê û “Eniya Berxwedanê” biparêze.
Xamineyî her wiha anî ziman:
"Min destûra îmzekirina peymanê da çimkî Serokkomar berpirsiyariya wê girt ser milê xwe û tekez kir eger aliyê Amerîkayê bixwaze daxwazên zêde bisepîne, ew dê serî netewînin."
Dan û standinên rasterast
Mucteba Xamineyî hişyarî da ku dan û standinên rasterast ên paşerojê "wateya qebûlkirina daxwazên dijmin nade" û da zanîn:
"Em û gelê serbilind li benda pêkanîna wan mercan in ku me li ser wan li hev kiriye."



