Birêvebira Saziya Genim a Sûriyeyê ya Hisîçayê Ebdulhemîd Dawûd diyar kir ku ew plan dikin îsal milyonek ton genimî ji cotkarên Herêma Cizîrê bikirin.
Ebdulhemîd Dawûd tekez kir ku ew dê hemû berhemê cotkaran wergirin.
Ebdulhemîd Dawûd di hevpeyvînekê de pirsên Rûdawê bersivandin.
Birêvebiriya Saziya Genim a Hisîçayê diyar kir ku ji ber barana zêde pêvajoya wergirtina genim hefteyekê hatiye bipaşxistin ku divabû 1ê Hezîranê dest pê bike.
Ebdulhemîd Dawûd da zanîn ku wan li seranserê Hisîçayê 20 navend bi temamî amade kirine û ew texmîn dikin ku îsal li herêmê milyonek û 200 hezar ton genim bê hilbirîn.
Wî derbarê nirx û awayê dayîna pereyan jî da zanîn ku bihayê her toneke genimê pileya yekê 5 milyon û 500 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.
Cotkar dê di demeke nêzîk de piştî radestkirina genim pereyên xwe ji bankên li Hisîça, Qamişlo û Dêrikê wergirin.
Her wiha platformeke elektronîk hatiye amadekirin da ku cotkar bi hêsanî dorê bigirin û di heman rojê de genimê xwe radest bikin.
Hevpeyvîna Rûdawê û Birêvebirê Saziya Genim a Hesekê Ebdulhemîd Dawûd wiha ye:
Rûdaw: Diviyabû navendên wergirtina genim 1ê Hezîranê dest bi kar bikira. Gelo dest pê kir û eger dest pê kiriye di roja yekê de çi qas genim hatiye wergirtin?
Ebdulhemîd Dawûd: Bi rastî me 1ê mehê ti genim wernegirt ji ber ku dirûna genim dereng ket. Îsal baran hebû, xêr pir bû. Ji ber wê dirûna genim dereng ket.
Rûdaw: Wergirtina ceh dest pê kiriye?
Ebdulhemîd Dawûd: Saziya me ceh wernagire lê saziyeke din werdigire û wan dest pê kiriye.
Rûdaw: Li gorî texmînên we pêvajoya wergirtina genim dê kengî dest pê bike?
Ebdulhemîd Dawûd: Em amade ne, navendên me jî amade ne. Baweriya min ew e ku dê hefteya bê dest pê bike. Li gorî dema çinîna genim em amade ne.
Rûdaw: We çend navend ji bo wergirtina genim amade kirine?
Ebdulhemîd Dawûd: Me 20 navend amade kirine û em dê li wan genim werbigirin.
Rûdaw: Gelo ew navend bi temamî û bêkêmasî amade ne?
Ebdulhemîd Dawûd: Belê, bi temamî amade ne û li seranserê erdnîgariya Hisîçayê ne.
Rûdaw: Hûn dikarin çend genim ji cotkaran wergirin? Rêjeya ku we diyar kiriye çend e?
Ebdulhemîd Dawûd: Bi rastî me hesab kiriye ku em di navbera 800 hezar û milyonek tonî de genim werbigirin.
Rûdaw: Hûn dikarin di van 20 navendan de heta milyonek ton genim hilgirin û bikirin?
Ebdulhemîd Dawûd: Dibe ku hinek astengî hebin, ji ber ku dibe hinek navend bi temamî vala nebin. Lê em genim dişînin parêzgehên hundirîn ên Sûriyeyê û em dê cih ji bo genimê cotkaran misoger bikin.
Rûdaw: Yanî li gel wergirtin û kirîna genim, hûn dê şandina genim ji parêzgehên din re bidomînin da ku cih li navendên we vala bibe?
Ebdulhemîd Dawûd: Belê, ew genimê ku em kom dikin, em dê bişînin. Em niha jî dişînin û em dê şandinê bidomînin heta ku em misoger bikin ku em dê hemû berhemê cotkaran wergirin.
Rûdaw: Mebesta te ew genim e ku par li navend û sayloyan wekî yedek ma bû? Hûn niha vî genimî dişînin parêzgehên din?
Ebdulhemîd Dawûd: Belê, em genimê yedek dişînin.
Rûdaw: Çend yedeka genim li navend û sayloyan heye?
Ebdulhemîd Dawûd: Li cem me yedekeke baş hebû. Di navbera 400 heta 500 hezar tonî de genimê yedek heye.
Rûdaw: Ji ber ku baran zêde bariya hûn pêşbîniya demsaleke baş dikin. Li gorî we dê îsal bi giştî çend ton genim li Herêma Cizîrê bê hilbirîn?
Ebdulhemîd Dawûd: Bi giştî li gorî hesabên me dibe ku berhem bigihîje milyonek û 100 hezar an jî milyonek û 200 hezar tonî.
Rûdaw: Pêwîstiya Herêma Cizîrê salane bi çend genimî heye û dê çi qas zêde bimîne?
Ebdulhemîd Dawûd: Eger li Cizîrê bimîne dê têra 2 salan bike ji ber ku pêwîstiya navçeya Cizîrê di navbera 350 hezar û 400 hezar tonî de ye.
Rûdaw: Amadekariyên we yên ji bo wergirtina genim çî ne û hûn ji cotkaran re çi dibêjin? Divê cotkar kîjan rêyan bi kar bînin?
Ebdulhemîd Dawûd: Me hemû navendên xwe amade kirine. Cotkar dikare li navenda ku dixwaze dorê bigire. Bi platforma elektronîk dikare di heman rojê de navê xwe tomar bike, dorê bigire û genimê xwe radestî navend û sayloyan bike. Ev ji bo wê ye ku zehmetî çênebe û di rojekê de karê xwe biqedîne.
Rûdaw: Şert û mercên we yên ji bo kalîteya genim çî ne?
Ebdulhemîd Dawûd: Wezareta Çandiniyê pîvanan ji me re dişîne û em li gorî wan pîvanan pileyan diyar dikin. Pileya yekê, duyem, sêyem û çarem heye. Eger genim li derveyî pîvanan be tê redkirin. Pîvana her pileyekê heye.
Rûdaw: Hûn her çar pileyên genim li hemû navendan werdigirin? Û bihayê her tonekê çend e?
Ebdulhemîd Dawûd: Belê, her çar pile li hemû navendan tên kirîn. Hikûmetê biha diyar kiriye. Ji bo pileya yekê 5 milyon û 500 hezar lîreyên Sûriyeyê ye. Pileya duyem û yên din dê erzantir bin.
Rûdaw: Piştî ku cotkar genimê xwe radest dikin, dê kengî pereyên xwe werbigirin?
Ebdulhemîd Dawûd: Ev pirseke gelekî girîng e. Ew dê di demeke nêzîk de piştî firotina genim pereyên xwe werbigirin.
Rûdaw: Li gorî agahiyên we bankên çandiniyê hatine vekirin da ku cotkar bikaribin li bajarê xwe pereyê xwe werbigirin?
Ebdulhemîd Dawûd: Belê, 3 bank li parêzgeha Hisîçayê hatine destnîşankirin: Yek li Hisîça, yek li Qamişloyê û yek jî li Dêrikê.
Rûdaw: Li ti deveran dirûna genim dest pê kiriye?
Ebdulhemîd Dawûd: Heta niha agahî nehatiye ku cotkarekî dest bi dirûna genim kiriye lê dirûna ceh dest pê kiriye.
Rûdaw: Peyama we ya ji bo cotkaran, bi taybetî ji bo yên ku dudil in genimê xwe radestî navendên hikûmetê bikin çi ye?
Ebdulhemîd Dawûd: Em hêvîdar in ku hemû cotkar genimê xwe bînin navendên dewletê. Em wan piştrast dikin ku dê ti astengî çênebin û dewlet dê di demeke nêzîk de heqê genimê wan bide. Me kadroyên teknîkî ji bo kirîna genim amade kirine.
Rûdaw: Eger genimê cotkaran ji kapasîteya we zêdetir bû, yanî we biryar da ku hûn 20 rojan genim bikirin û paşê rawestin lê hîn cotkarên ku dixwazin genimê xwe bifroşin mabin, hûn dê ji wan bikirin? Hûn dê genim heta kengî bikirin?
Ebdulhemîd Dawûd: Em dê genim wergirin heta ku genim hebe. Em dê hemû genimê heyî bikirin.
Rûdaw: Ji bilî van 20 navendên hikûmetê li parêzgeha Hisîçayê aliyek an jî cihekî din heye ku genim ji cotkaran bikire?
Ebdulhemîd Dawûd: Na, bi tenê navendên hikûmetê dikarin bikirin. Kirîna genim ji bo bazirganan jî qedexe ye. Navendên hikûmetê pêbend in ku genim bikirin.

.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)